logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket
  2. Amadehî temam bûn: 140 fîlm tên
  3. Pêşbaziya Serê Gulanê li benda berheman e
  4. ‘Gunduz Apollon Gece Athena’ wekî fîlmê salê hat hilbijartin
  5. Bernameya merasima cenazeyê Ehmed Huseynî ya li Amedê diyar bû
news-details

11 bajar, notên ji Newroza îro

  • Dîrok: 22/03/2026
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Îro li gelek bajaran pîrozbahiya Newrozê hebû. Newroza ku îsal bi diruşma "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li dar dikeve, bi coş didome. Li bajarên wekî Wan, Stenbol, Batman, Îzmîr, Manîsa, Antalya, Bursa, Sêrt, Çewlig, Agirî, Balikesîr û Enqereyê bi sed hezaran kesî Newroz pîroz kir

Va ne notên îro:

WAN
BAKIRHAN: EV NEWROZA SERDEMEKE NÛ YE

Li Wanê bi deh hezaran kes li ber Keleha Wanê hatin ba hev.  Veysî Aktaş ku piştî 30 salan hat berdan, dîsa aktîvîsta TJA'yê Derya Aslan li Newrozê axivîn. Dûre Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan li vir axivî û got, "Ev Newroz, Newrozeke avaker e. Newroza serdemeke nû ye. Em dibêjin serdemeke nû, lê wekî ku hêzên ewlehiyê yên li Wanê ji vê serdema nû ne agahdar in. Ew di serdema kevin de mane. Ew neguherîne. Ew hîn jî difikirin ku bi zextên li ser gelê Wanê dikarin rê li pîrozkirina Newrozê bigirin. Ez li vir kesên ku îro li nuqteyên lêgerînê eziyetê li gelê me dikin şermezar dikim. Em dibêjin ku me serdemeke nû da destpêkirin. Em hewl didin jiyaneke ku tê de şer û tundî nîn be û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe ava bikin. Hêvî dikim ku bayê aştiyê yê li Enqereyê diêşe, li Wanê jî bixe.”
"Ev pêvajo ji bo 86 mîlyonî ye. Ev pêvajo Tirkiyeyê perçe nake, berevajî wê dike yek û bira. Ez bang li Kurdan dikim: Em yek in. Kobanê ji bo me çi be, Wan ew e. Urmiye ji bo Kurdan çi be, Silêmanî û Hewlêr ew e. Divê Kurd di vê serdema ku qedera gelan tê diyarkirin de, yekitiya xwe ya neteweyî û demokratîk ava bikin. Dibe ku cudahiyên me hebin, lê di vê pêvajoyê de divê tu partî û saziyeke Kurd ji yekitiyê nereve.”
Piştî ku stranbêj Şiyar Berwarî û Hozan Şervan 

ÎZMÎR
BAYINDIR: EM TÊKOŞÎNa STATUYA XWE DIKIN

Li Qada Gundogdu ya Îzmîrê bi hezaran kurd hatin ba hev û Newroza xwe pîroz kirin. Hevserokê DBP'ê Keskin Bayindir ku axivî got, "“Ev Newroz Newroza azadiyê ye, Newroza Demokrasiyê ye. Ev Newroz Newroza yekitiya Gelê Kurd e. Dê Kurd bi Rêbertiya xwe ve azad bibin. Sed sal berî niha li vî bajarî Statuya Kurdan dihat axaftin. Dihat gotin ku mafê Kurdan heye. Lê belê sed salan hebûna Kurdan înkar kirin. Dema ku wê demê behsa Kurdan dikirin Kurd ne li vê derê bûn lê belê em li vî bajarî ne. Em bi mîlyonan in û behsa azadiya xwe dikin. Em têkoşîna statuyê didin, têkoşîna zimanê xwe didin. Tu kes nikare Kurdan înkar bike, zimanê Kurdan qedexe bike. Me têkoşîn da meşandin û bedelên giran dan. Hinek dibêjin ‘ma qey hûn lewaz ku aştiyê dixwazin.’ Na, em ne ji ber lewaziyê, me aştî û azadiyê heq kir.
Piştî axaftinan Seyithan Sevînç derket ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin.

BATMAN:
Li Batmanê gele bi deh hezaran kes hatin ba hev. Li vir endama Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Bûldan axivî û got, "Divê Ocalan di şert û mercên azad de bixebite. Êdî dema mijûlbûnê nîn e divê gavên pratîk bên avêtin. Ji sibê û şunde divê bingeheke qanûnî bê danîn. Ev erdnîgarî ji bo aştiyê amade ye.”

STENBOL
Li Stenbolê carek din bi sed hezaran gel li Qada Yenîkapiyê bûn. Hevseroka DEM Partî Tulay Hatimogullari li vir axivî û got: “Divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan pek werin. Em Newroza birêz Ocalan jî pîroz dikin û daxwaza azadiya birêz Ocalan careke din tînin ziman. Em ji xwe bawerin, siyaseta xwe bawerin û ji we bawerin. Ji bo demokrasî û aştiyê têkoşîna me dê bidome.
Herî dawî Koma Amed derket ser dikê û stran^ne xwe gotin.

ANTALYA
Li Antalyayê bi hezaran kes li Qada Bajêr a Kepezê hatin ba hev. Parlamenterê DEM Partiyê yê Antalyayê Saruhan Oluç axivî û got, "Gelê kurd têkoşîna maf, hiqûq, demokrasî û azadiyê dide."
Piştî axaftinan Koma Hîvron bi stranên xwe coş da beşdaran.

MANÎSA
Li Manîsayê li Qala Lale gel hat ba hev û Newroza xwe pîroz kir. Piştî axaftinan  Koma Rojhilat, Koma Agire Zerdeşt, stranbêj Cevdet Gulbau, Azad Ararat û Murat Elmastaş bi stranên xwe gel coşandin.

BURSA
Li Bursayê qelebalixek mezin hebû. Mebûsê DEM Partî Sirri Sakik ku axivî got, "We îro Bursa şibandiye Amedê, we şibandiye Wanê."

BAJARÊN DIN
Li aliyê din îro li Sêrtê, li Çewligê, li Agirî, li Balikesîrê, li Enqereyê jî bi hezaran kesî Newroz pîroz kir

Parve Bike

Youtube Me

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news

Dilşêr Bêwar: Pêlên Lacîwerd

news

H. Kovan Baqî: …dayikekê didirû ji dengê min re

news

Mesûd Qeya: Ezê bikim

news

Omer Dilsoz: Rexneya Rexneyê

news

Yeqîn H.: DESTPÊK

news

Şaredariya herî kurdewar, binêrin çi kir...

news

Em hejmara çapkirina 386 pirtûkan derxin 10 qatên wê

news

Di nivîs, şano, fîlm, û di helbestên 'Lewerger'ê de 'Dê'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 25 03 2026

Serokên berê yên klûbên Beşîktaş û GS'î jî têde gelek navdar hatin binçavkirin

news
  • 25 03 2026

Bernameya merasima cenazeyê Ehmed Huseynî ya li Amedê diyar bû

news
  • 22 03 2026

11 bajar, notên ji Newroza îro

news
  • 22 03 2026

Waliyê Hesekê Ehmed û Serokê Sûriyê Şara hatin ba hev

news
  • 21 03 2026

Bakirhan: Kurd demokrasiya herêmî dixwazin

news
  • 18 03 2026

Emînê Erbanî jî xatir xwest

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
news

Berxweş

  • Mesûd Qeya
news

Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin 

  • H. Kovan Baqî
news

Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Li Xoyê erdhej çêbû

ad

Mamoste û zimanzanên kurdî hatin binçavkirin

ad

Fazil Say ji bo piştgiriya xwendekaran konserê dide

ad

ÎKSV bursê dide 1000 xwendekarî

ad

FîlmAmedê dest pê kir

ad

Hevserok û rêveberiya nû a PEN’a Kurd diyar bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket

  • 23 03 2026
news

Amadehî temam bûn: 140 fîlm tên

  • 24 03 2026
news

Pêşbaziya Serê Gulanê li benda berheman e

  • 25 03 2026
news

‘Gunduz Apollon Gece Athena’ wekî fîlmê salê hat hilbijartin

  • 25 03 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname