Diyarname
Em bêjin hikumetê biryar girt û axaftina bi devoka behdînî qedexe kir. Yek jî rabû bi behdînî axivî û ji ber vê yekê hat cezakirin. Hûnê çi hîs bikin?
Hê li nav kurdan tiştek wisa nîn e, lê li Koreyê heye. Kore piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bû du parçe. Ji wê rojê ve Koreya Başûr û Koreya Bakur heye. Koreya Bakur bi rêveberiyeke çepgir a jidiyayî tê bi rê ve birin. Niha nûçeyeke hate weşandin. Nûçe dibêje Bakurê Koreyê gelek biryarên nû girtin: Yên bi devoka Koreya Başûr biaxivin, yên bi bi naveroka çapemeniya wî parçeyî bêne qufaltin, yên pornografiyê çêbikin û belav bikin, yên televîzyon, radyo, komputer û telefonên destan ên biyanî li cem wan bêne qufaltin dê heta 15 salan cezayê hepsê li wan bê birîn.
Malperaz Daily NK ku navenda wê Seul e li ser vê yekê agahî belav kirine.
Kovara bi navê Rimjin-gang ku navenda wê Japonya ye gotiye li gor zagonên nû axaftin û nivîsandina bi devoka Koreya Başûr hatiye qedexekirin.
Saziya LiNK (Liberty in North Korea) piştgiriya kesên ji Koreya Bakur direvin dike.Sokeel Park ji bo vê saziyê dixebite. Li gor Reutersê, Parkî gotiye devok jî hatiye qedexekirin.
Ji nûçeya Euronews hatiye girtin û kurtkirin