Diyarname
Türkiye Obezite Araştirma Dernegi (Komeleya Lêkolîna Obezîte ya Tirkiyeyê) bi sernavê “Çîrokên nas: Rûyê veşarî yê obezîteyê” di navbera xwendekarên zanîngehan de pêşbaziya kurtefîlman lidar dixe. Yên bixwazin dikarin heta 16’ê meha avrêlê berhemên xwe bişînin. Fîlmên bi ser bikevin roja 13’yê gulana 2026’an dê bêne xelatkirin.
4’ê adarê Roja Têkoşîna Dijî Obezîteyê ye. Di vê çarçoveyê de pêşbazî îro hat ragihandin û meha gulanê wê fîlmên serketî bêne xelatkirin.
Li gor agahiyên komeleyê di sala 2035’an de nîvî nifûsa dinyayê, yanê 4 mîlyan mirov wê qelew bibe. Obezîte nexweşiyek e ku nayê dermankirin. Di sala 1975’an de zarokên li dibistanan tenê sedî 4 bi kîlo yan jî obez bûn. Sedî 85’ê fîlmên zarokan bi ser karakterên qelew, “pir-xwar”, “dilxirab” têne pêşkêş kirin. Komele dibêje ji bo guhartina vê yekê ew hêşbaziyê lidar dixin
Li nava Tirkiyeyê 145 zanîngeh wê beşdar bibin. Fîlmê bi ser bikeve bi 100 hezar TL, fîlmê duyemîn bi 75 û yê sêyemîn bi 50 hezar TL bi piştfiriya Fujifilmî wê bê xelatkirin.
Seroka juriyê derhêner Pelin Esmer e. Ji zanîngeha Enqereyê Beşa Radyo TV û Sînemayê Prof. Dr. S. Ruken Ozturk, ji Zanîngeha Enqere Fakulteya Ragihandinê Prof. Dr. Deniz Sezgin Emuler û Cîgera Seroka Komeleya Lêkolînên Obezîteyê ya Tİrkiyeyê Prof. Dr. Dilek Yazici endamên juriyê ne.
Ji bo têkilî:
https://tasidigimizhikayeler.com/


