Qamişlo
HRRK'ê (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê) her sal xelatê dide kesên kedê didin kurdî, îsal ev xelat da nivîskar Dilawerê Zengî û Ebas Îsmaîl.
11'emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê êvara 30'yê mehê bi dawî bû. HRRK'ê di vê demê de Xelata Afirîneriyê da du kesan. HRRK her sal vê xelatê belav dike û îsal jî da du kesan.
Di merasimê de rewşenbîr, nivîskar û hezkiriyên çandê, endamên saziyên civaka sivîl û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.
HRRK'ê di şahiyê de diyar kir ku xelata neqdî ya ji bo nivîskar Dilawerê Zengî û Ebas Îsmaîl ye. Bi piştgiriya aborî ya dr Şêrîn Gemo xelat hat dayîn. Xelat ligel pereyan wekî plaketek jî hat pêşkêş kirin. Her du nivîskaran ji ber vê xelatê sipasiya HRRK'ê kir.




