Diyarname
Di Kûpaya Tirkiyeyê de ji bo Dora 1'em pişke hat kişandin. Di vê dorê de 19 tîmên bajarên kurdan hene.
Li Stenbolê pişke hat kişandin. Di vê dorê de tîmên di BAL'ê (Lîga Amator a Herêman) de, tîmên di Lîga 3'yemîn de û tîmên di Lîga 2'yemîn de dilîzin cih digirin. Bi giştî 90 tîm di vê dorê de cih digirin. Maç rojên 2-3-4'ê rezberê têne lîstin.
Tîmên di Lîga 1'em û tîmên di Lîga Super de dilîzîn di dorên pêş de wê beşdarî kûpayê bibin. Salên borî 5 Dor hebûn, paşê tîmên bi ser dikevin diçûn maçên koman, îsal ev daxistina 4 Dor. Bi temamî îsal 16 jê tîmên amator, bi giştî 155 tîm dê di kûpayê de cih bigirin.
Di dora yekem de 19 tîmên bajarên kurdan dê bilîzin. Ji van pişkeya herî balkêş ji bo Meletî hatiye kişandin, ji ber ku du tîmên Meletî "Malatya Yeşilyurt" û "Yeni Malatya" bûne reqîbê hev.
Va ye beşa pişkeyê ya ji bo tîmên bajarên kurdan:
- 1461 Trabzon - Serhat Ardahan Spor
- Kars 36 - 24 Erzincan
- Diyarbekir - Bitlis 1916
- Kurtalan - Kizilkaya Tarim Şanliurfa
- Karakopru Belediye - Hakkari Zap
- 12 Bingol - Mardin 1969
- Muş - Şirnak Petrol
- Kahramanmaraş - Kilis Belediye
- Kahta 02 - İskenderun
- Malatya Yeşilyurt - Yeni Malatya
- Dersim - Adana
- Kahramanmaraş - Osmaniye
MAÇÊN KOMAN Û ÇARÎK FÎNAL
Di dawiya "4 Dor"an de tîmên derkevin beşa Koman di nav 3 koman de cih bigirin ku her kom wê ji 8 tîman pêk bê. Di maçên koman de 6 tîmên di rêzên yekem û duyem de cih bigirin û 2 tîmên sêyemîn ên herî serketî wê derbasî çarîk fînalê bibin. Di çarîk fînalê de yekemînên koman û duyemînên koman dê bên hemberî hev.
BERNAME BI VÎ RENGÎ YE
Di Kûpaya Tirkiyeyê de dîroka lîstina maçan jî hate eşkere kirin. Dora 1'em rojên 2-3-4'ê rezberê wê li dar bikeve. Bernameya din jî bi vî rengî ye:
- Dora 2'yan: 16-17-18 Rezber
- Dora 3'yan: 28-29-30 Kewçêr
- Dora 4'yan: 2-3-4 Berfanbar
- Maçên 1'emîn ên Koman: 23-24-25'ê berfanbara 2025'an
- Maçên 2'emîn ên Koman: 13-14-15'ê rêbendana 2026'an
- Maçên 3'emîn ên Koman: 3-4-5'ê reşemiya 2026'an
- Maçên 4'emîn ên Koman: 3-4-5'ê adara 2026'an


