Diyarname
Di Kûpaya Tirkiyeyê maçên Dora 1'emîn îro dest pê kirin, sibê û du sibê dê bidomin. Di vê dorê de gelek tîmên bajarên kurdan hene. Di maçên îro de 12 Bingol Spor û Karakopru Spor bi ser ketin.
KARAKOPRU-HAKKARİ ZAP
Tîma bajarê Rihayê Karakopru Spor tîma Culemêrgê Hakkari Zap Spor kir mêvan. Karakopru spor bi 7-1 bi ser ket û derbasî Dora 2'yan bû.
Golên Karakopru sporê Can Muhammet Vural (dq 8), Muhammet Emin YAvaş (dq 42 û 58), Yavuz Alemdar (dq 44), Halil İbrahim Pekşen (dq 55), Gorkem Demirel (dq 85 û 90+1) avêt. Li ser navê Hakkari Zap sporê İsmail Dinçer deqeya 77'an de golek avêt.
12 BÎNGOL - MARDIN BB
Tîma Çewligê "12 Bîngol sPorê jî tîma Mêrdînê "Mardin Buyukşehir spor" kir mêvan. Li ser navê 12 Bingol sporê UMut Dilek hat-trick kir. Dilek di deqîqeya 29, 41 û 59'an de golên tîma xwe avêtin. 12 Bingol Spor bi vê skorê derket Dora 2'yan.
MAÇÊN DIN ÊN BAJARÊN KURDAN
Di vê dorê de 90 tîm dilîzin. Ji tîmên bajarên kurdan tîmên din sibê û du sibê wê bilîzin. Bername bi vî rengî ye:
3'yê Rezberê:
Saet 14.00:
- Kars 36 - 24 Erzincan
Saet 15.00
- Kahramanmaraş - Kilis Belediye
- Diyarbekir - Bitlis 1916 (Navê Wê yê din Ozguzelderespor)
- Malatya Yeşilyurt - Yeni Malatya
- Dersim - Adana
- Kahta 02 - İskenderun
- 1461 Trabzon - Serhat Ardahan Spor
- Muş - Şirnak Petrol
- Kurtalan - Kizilkaya Tarim Şanliurfa
Ji maçên îro maça Kars 36 û 24 Erzincan sporê wê A Spor yekser belav bike.
***
Nûçeya Eleqedar:
- 19 tîmên bajarên kurdan dilîzin


