logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

47 hunermend, zêdeyî 100 berhemî 2 mehan li benda me ne

  • Dîrok: 19/09/2025
  • Beş: Nûçeyên Çandî

___Cemil Oguz___

Careke din Bîenaleke tê û bi diruşma "Pisîka Sê Ling" gelek berheman pêşkêşî me dike. Bianel her bi heyecan in, ez bi xwe jê kêfê digirim. Û navendên (mekanên) wê ku berhemên lê têne pêşkêşkirin jî bi awayekî din balkêştir in.

Em qala 18'emîn Bîanela Stenbolê dikin. 20'ê mehê Bîenal dest pê dike û heta 23'yê sermaweza 2025'an dê li dar be. Tam bi temamî ji 30 welatan 47 hunermend berhemên xwe pêşkêş dikin. Bi ser 100'î re berhem hene.

Merasima destpêkê li bexçeyê Yêtîmxaneya Kevn a Fransiz ku taxa Tomtom a Beyogluya Stenbolê ye li dar ket. Dîtina ciheke wisa kevnare, dîrokî, bêhna wê atmosferê bi xwe hesteke cuda bû. Ji xwe yek ji taybetiya Bienala Stenbolê jî ev e ku çalakiyên xwe li cih û navendê wisa li dar dixe ku heta niha belkî gelek kesî ew der nedîtibin, kifş nekiribin. Ji bo min bi xwe jî wisa ye/bû. Bi vê û bi Bienalê heta niha li dar ketine re heta niha min gelek cihên wisa li Stenbolê kifş kirine û çûme hem ew cih dîtine, hem jî berhemên li van deran hatine peşkeş kirin.

JI 2025 HETA 2027'AN
Navenda Bienala îsal Xeta Beyoglu-Karakoy e, li van deran, li 8 navendan dê çalakî li dar bikevin. Bienala îsal li ser sê lingan berhem dane sazkirin; lingê yekem îsal, û her wiha di sala 2026 û 2027'an de jî bidome.

ÎKSV (Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê) vê Bîenalê organîze dike; amadekaran diyar kir ku armanc ew e sala bê Akademiya Bîenala Stenbolê ava bikin.

NAVENDÊN BÎENALÊ; CIHÊN DÎROKÎ
Navendên ku çalakiyên Bienalê wê lê li dar bikevin cihên Dîrokî ne. Cihên balkêş û xweşik in. Va ne ew cih:

- DIBISTANA RÛMAN: Dibistana Rûman a Galata di sala 1885'an de hatiye avakirin û heta sala 1988'an ev der wekî saziya perwerdehiyê ya cemaeta ruman hatiye bikaranîn. Di sala 2012'yan de ji bo xebatên çand û hunerî hatiye veguherandin. Di sala 2019 û 2023'yan de restorastoyeke cidî lê hatiye kirin. Nolan Oswald Dennis, İpek Duben, Ali Eyal, Simone Fattal, Lou Fauroux, Lungiswa Gqunta, Kongkee, Seta Manoukian, Merve Mepa, Naomi Rincon-Gallardo, Ana Vaz, Akram Zaatari, Ayman Zedani wê berhemên xwe li vir pêşkêş bikin

- YÊTÎMXANEYA KEVN A FRANSIZ: Yêtîmxaneya Kevn a Fransiz li Taxa Tomtomê ye. Niha navê "Tophane Mekan" lê kirine. Ev yêtîmxane di sala 1869'an de hatibû avakirin û heta sala 1937'an ev der hem wekî yêtîmxane, hem wekî dibistana seretayî hatibû xebitandin. Berhemên hunermend Khalil Rabah wê li vê derê bêne pêşkêş kirin

- ELHAMRA HAN: Xana Elhamra li ser Kolana Îstîklalê ye. Belkî gelek kurd ji ber Pirtûkxaneya Medyayê vê derê dizanin lê belkî kêm kes ji van mêvanan çûne qatên jor ên vê xanê. Li qata diduyan a Xana Elmarayê di sala 1827'an de şanogeh hatiye avakirin. Bifikirin, nêzî 140 sal berê li vê derê dengê şanoyê bilind bûye, niha dengê berhemên hunerî wê bilind bibe. Niha wê berhemên hunermend  Natasha Tontey, Sevil Tunaboylu, Mona Benyamin, Şafak Şule Kemanci, Jagdeep Raina, Riar Rizaldi û Lara Saab li vir bêne pêşkêş kirin.

- MECLÎS-Î MEBÛSAN 35: Ev avahiya li ser Kolana Meclis-î Mebûsan e li nimreya 35'an de jêrxaneya wê tê bikaranîn. Wê berhemên hunermend  Eva Fàbregas, Pilar Quinteros, VASKOS (Vassilis Noulas & Kostas Tzimoulis) li vê derê bin.

Her wiha li cihên wekî "Kulah Fabrikasi", "Zihni Han" û "Galeri 77" jî berhemên Bienalê tene pêşkêşkirin.

Nota dawî: Hemû çalakiyên li Bîenalê bê pere dikarin bêne temaşekirin. Rojên duşemê ne têde, pêşangeh her roj di navbera saetên 10.00 - 18.00'an de vekirî ne.


Avahiya Yêtîmxaneya Kevn a Fransiz balê dikişîne.
 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Sûriyê Esad biryara hilbijartinê da

ad

Dengê çîrokan vê carê li Batmanê olan da

ad

Kedkarê kovara Bîrnebûnê Mecit Çiftçi mir

ad

Çend gotinên min li ser peyvên şanoyê

ad

Mehek ceza li Azadiya Welat birîn

ad

Avestakurd careke din di bin "Flaş"a xwe de ma

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname