Îkram Balekanî
Ez gelek caran li ser hunermendan dinivîsim, wan rexne dikim. Dibe ku hin kes dilê xwe digrin. Lê pêwîst nake kes dilê xwe bigre û sil be (bixeyîde).
***
Rexne nayê vê wateyê ku em ji hunermendên xwe hez nakin. Divê ji bîr nekin, em ji wan hez dikin, em dixwazin ku tiştên baş bikin, şaşiyên xwe bibînin. Ma em dîn bûne ku ji xwe re, bê sedem kesên din rexne bikin. Ger tiştên baş bikin, em jî dizanin minetdar bin û pesnê wan bidin.
***
Dil dixwest ku em bi şev û roj li ser pêşketinên hunerî û li ser hunermendên pêşketî binivîsin û pesnê wan bidin. Lê mixabin tiştên ku hunermend û bi taybetî stranbêjên kurd dikin, ne cihê kêfxweşî û pesindayînê ne.
***
Demekê berê niha di înternetê de hin stranbêjên kurd wêneyên xwe weşandibûn. Li ber wan kibab û sênîkên xwarinê hebûn.
Min jî ew wêne ji wan girt û li binî nivîsî: “Yên xelkê stranan çêdikin û yên me jî kibaban dixwin.”
***
Li ser vê yekê gelek stranbêjan gilî û gazin kirin, dilê xwe girtin. Hinekan got rake. Ya herî balkêş ev bû ku stranbêjê wêne weşandibû, ji min re digot, te weşandiye, xelkê ji te girtiye û belav kiriye. Lê min bi xwe ji wî girtibû.
***
Yanî wî dema kibab çêkiribûn, wêne di internetê de weşandibû. Dixwest guneha xwe bixe stûyê min. Welhasil piştî ku hin ji wan stranbêjan şaşiya xwe qebûl kirin û xwe rexne kirin, min wêne jê bir.
***
Li ser vê meseleyê stranbêjekî jî sergirtî em tawanbar kirin, wekî ku paşketina stranbêjan sûcê me be, hin tişt nivîsîn.
Wekî mînak wiha nivîsî: “Van hunermendan gazî televîzyonên me bikin, bila stranan çêkin.”
Min jî jê re nivîsî: “hevalcan, televîzyon ne cihê çêkirina stranan e. Ma Evdalê Zeynikê, Reso, Şakiro û Krapêtê Xaço hatin televîzyonê û stran çêkirin!”
***
Bersiva wî stranbêjê me balkêş bû: “Ev hunermend hemû navdar in. Çawa navdar bûn? Bi radyoya Rewanê. Li xwe guhdarî dikirin û dixwestin stranan çêkin.”
***
Êdî min nexwest dirêj bikim û bêjim; dema Evdalê Zeynikê wefat kiriye, wê çaxê radyo tune bûye. Lê em hê jî li stranên wî guhdarî dikin. Mînaka dawî “Wey dil – Mîro” a Şikiro ku Rojdayê di berhema xwe de tomar kiribû.
***
Min nedixwest li ser vê meseleyê binivîsim û careke din stranbêjan rexne bikim. Min ê ev mesele ji bîr bikira. Lê belê dema ku min stranên hilbijartinê yên BDP’ê dîtin, careke din ev gotin hat bîra min: “Yên xelkê stranan çêdikin, yên me kibaban.”
***
Strana hilbijartinê ya 2014’an nîşaneya têkçûna stranbêjên kurd e. Nîşaneya xitimîna hunerî ye. Strana Şoreşa Waşokanî anîne, gotinên wê guherîne û qaşo bûye strana hilbijartinê.
Ev yek valakirina naveroka hunerê ye. Ev nayê wateya pêşketinê, nayê wateya afirandinê. Pêwîst e stranbêj xwe rexne bikin. Ev ne tenê diziya kedê ye, ew bêrêzî ye. Li hemberî şoreşê bêrêzî ye.
***
Di vir de niyet çi dibe bila bibe, karê ku hatiye kirin, nivîşkan û seqet e. Madem stranbêj nikarin straneke nû ji bo hilbijartinan çêkin, bila BDP pêşbirkekê bide destpêkirin. Kî straneke xweş çêke, bila bê xelatkirin.
Gelo ma pir zor e, mirov straneke nû çêke? Bila qet nebe ji koma Awazên Çiya re bêje, wê ji bo wan stranekê çêke. Hewce nake stranên heyî biguherînin.
***
Kêm maye stranbêj sirûda Neteweyî, Ey Reqîb biguherînin û bêjin strana hilbijartinê.
***
Hêvî dikim BDP vê rexneyê li ber çavan bigre û stranê biguherîne. Yan jî rasterast strana Şoreşa Waşokanî di hilbijartinê de bi kar bîne û destekê bide Şoreşa Rojava û YPG’ê.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin