Diyarname
Klûba Amedsporê ji bo teknîk dîrektorê ligel Mehmet Altıparmakî li hev kir û tîma fûtbolê ya mêran teslîmê wî kir. Klûbê xêrhatin li Altiparmak kir û eşkere kir ku ji bo serdema 2025-2026'an wan li hev kiriyye.
Klûba Amedsporê li ser vê yekê ev daxuyanî da, "Li tesîsêmên me yên Şehmus Ozer bi beşdariya Serokê Klûba Me Burç Baysal, Seroka duyem Şeyda Arslantaş, Cîgerê Serok Îhsan Ugur, Sekreterê Giştî Faruk Korkmaz û Berpirsê Beşa Fûtbolê Hadi Yakişan me merasima îmzekirinê li dar xist û ligel teknîk dîrektorê me Mehmet Altiparmak peymana fermî girê da. Em ji bo teknîkdîrektorê me Mehmet Altiparma li Amedsporê jêre serketinê dixwazin."
Mehmet Altiparmak kî ye?
Teknîk dîrektor Mehmet Altiparmak di sala 1969'an de li Enqereyê hatiye dinê. Ew xwediyê UEFA Pro lîsansê ye û terciha lîstina wî 4-2-3-1 e.
Altiparmak dema lîstikvan bû di tîmên wekî Diyarbekir, Sakarya, Elazig, Şanliurfa, Eskişehir û gelek tîmên din de lîstiye.
Wî di sala 2006'an de dest ji lîstinê berdaye û dest bi antrenorî kiriye. 2007'an de bûye Teknîk dîrektorê Kartalsoporê; paşê Tarsus, Altay, Malatya, Alanya, Denizli, Hatay, Kasimpaşa, Gençlerbirliği, Samsum, Kocaeli, Erzerom, Erokspor û herî dawî Antalya Serik Belediye bi rê ve biriye. Par Serik Belediye di Lîga 2'yemîn a TFF'ê de bû, wî tîm kir şampiyon û derxist Lîga 1'emîn. Wî berê Kartalspor jî derxistibû Lîga 1'emîn.
DU TÎM DERXIST SUPER LÎGÊ
Di teknîk dîrektorî de serketina wî ya mezin ew e ku di serdema 2016-2017'an de Erzurum Belediyespor ji Lîga 1'emîn derxist Lîga Superê, dîsa di serdema 2019-2022'yan de jî Hatay Spor ji Lîga 1'emîn derxist lîga Super Ligê. Yanê di jiyana wî de du tîm derxistine Lîga Superê ku ev yek serketineke girîng e. Wî di Lîga Super de tenê 6 hefte teknîk dîrektorê bo Erzeromê kir, lê li Hatay nebû; çawa derxist Lîga Super, rêveberî peymana wî betal kir.


