Diyarname
Li bajaroka Xelfelî ya Îdirê Rojên Pirtûkan dest pê kir û heta 4 rojan dê bidome.
Şaredariya Xelfelî ya Îdirê û YEWKURD'ê (Yekîtiya Weşangerên Kurd) bi hev re 1'emîn Rojên Pirtûkan a Xelfelî-Îdirê organîze kirin. Rojên Pirtûkan a vê derê bi diruşma "Jiyan bi xwendinê xweş e" hatiye li dar xistin.
Ji bo Rojên Pirtûkan li Kent Ormaniya li bajarokê kon danîn û bi giştî 17 weşanxaneyên kurdan têde stand vekirin. Ji bo destpêkirina Rojên Pirtûkan merasimek hat li dar xistin. Mebûsê DEM Partî yê Îdirê Yilmaz Hun di merasimê de axivî û bang li hemû kesên li bajêr kir ku werin serdana pirtûkan.
Hevserokê YEWKURD'ê Hakki Boltan jî diyar kir ku ji gelek bajaran weşanxane beşdarî rojên pirtûkan bûne, sipasiya wan kir û got, "Ez sipasiya hemûyan dikim. Fûarên bi vî rengî girîng in. Ji ber ku xwedî lêderketina pirtûkar xwedîlêderketina xwe bi xwe ye. Em her ku bixwînin emê nasnameya xwe binasin. Ji bo vê xwedîlêderketina pirtûkan ne tenê barê ser milê weşangeran, peywira me hemûyan e."




