Amed
Cenazeyê Narîn Guran a 8 salî ku ev 19 roj bûn winda bû hat dîtin.
Zaroka 8 salî Guran roja 21’ê gelawêjê li Taxa Çulî ya navçeya Baglara Amedê winda bûbû. Di roja 19’emîn a xebatên lêgerînê de cenazeyê Guran hate dîtin. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya li ser mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da û got: “Mixabin cenazeyê zarok Narîn Guran winda bûbû ji hêla komên me yên cendirmeyan ve hate dîtin. Xwedê rehma xwe li Narînê bike û cihê wê bihûşt be. Serê me sax be.”
CENAZE LI KU DÎTİN?
Cenazeyê Guranê kîlometreyek û nîv dûrî gund li dereyê hat dîtin. Li vî dereyî sê caran lêgerîn hatibû kirin, lê nehatibû dîtin. Li ser gilîkirineke nû li wir carek din lêgerîn hat kirin û cenaze hat dîtin.
Hat gotin ku cenazeyê Guranê di nav çewalekî de hatiye dîtin.
Serokê Baroya Amedê Nahit Eren ji bo kanaleke televîzyonê got, "Cenaze di nav avê de maye, mixabin deforme bûye. Li kêleka dereyê bi awayê ku neyê dîtin hatiye veşartin. Agahiya ku dozger daye bi vî rengî ye."
JI MALBATA GURAN 7 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Di çarçoveya lêpirsîna der barê kuştina Narîn Guran a 8 salî de ji malbatê 7 kes hatin binçavkirin. Dayik Yuksel Guran, bav Arif Guran, kurê wan Enes Guran (Berê jî hatibû binçavkirin û hatibû berdan) û 3 apên Narîn Guran hatin binçavkirin (desteserkirin).
DEM Partî: Bi awayekî organize hat qetilkirin
DEM Partî li ser kuştina Narîn Guran daxuyaniyeke nivîsîkî belav kir, got ku "êşa wan mezin e" û wisa dom kir, "Ev ne mirineke ji rêzê ye. Narîn bi awayekî bi organize hat qetilkirin. Berpirsî kî di vê kuştina ku em xistin nava xemginiya mezin de heye divê bê diyarkirin, li ber dadgeheke bê alî û serbixwe de bê darizandin. Emê bişopînin û dest jê bernedin."
DEMÎRTAŞ: ME EFÛ BIKE
Hevserokê berê lê HDP'ê û siyasetmedar Selahattin Demirtaş ji bo Narîn Guran peyamek bi ser X'ê re belav kir û got, "Sînorê xirabî, alçaxî, bêşerefî tüne ye; nasname, bawerî û welatê vê yekê tune ye. Sînorê têkoşîna bi rûmet, sînorî başî û rûmetdarî tune ye; sînor û nasnameya vê, welatê vê tune ye. Bi vî awayî çûyîna te dinya hinek din tarîtir kiribe jî ji bo ronahiyê hewla me ya bê dawî dê bidome. Me efû bike."


