REQA
Li kantona Reqayê çalakiyên roja destpêkê yên 1'emîn Festîvala Wêjeyî ya Firatê dest pê kiri. Festîval bi diruşma "Ximava Sûrî ji bo aştiyê" bi beşdariya wêjevan û helbestvanên ji tevahî herêmên Sûriyeyê dest pê kir.
Festîval li hola Navenda Çandê ya Reqayê bi beşdariya Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Çand û Şûnwaran a Kantona Reqayê, nûnerên ji partiyên siyasî, Kombûna Jinan a Zenûbiya, gelek wêjevan û helbestvanên xwecihî dest pê kir.
XURTKIRINA TÊKILIYÊN CIVAKA SÛRIYEYÊ
Hevseroka Desteya Çand û Şûnwaran a Reqayê Lîlava Xelîl bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku festîvala peyameke aştiyê ji bajarê Reqayê, bajarê ku dîrok, şaristanî, çandeke kevnar hembêz dike, hildigire û armanca wê xurtkirina têkiliyê di nava pêkhateyên civaka Sûriyeyê ya pirreng de ye.
Dûre helbestvan û nivîskar Munîr El Hafiz ê endamê komîteya amadekar axiftinek kir. El Hafiz di axaftian xwe de pesna dîroka Reqa ya çandî kir û got ruxmî bajarê Reqayê di wêraniyê re derbas bû, lê rola xwe ya wekî jêdera afirînerî û hunerê dewam dike.
PÊŞANGEHA PIRTÛKAN
Di çalakiyên roja destpêkê yên festîvalê de panoramaya xebatên Desteya Çand û Şûnwaran a Reqayê, fîlmek bi navê "Vegera Harûn El Reşîd" hatin pêşkêşkirin, her wiha pêşangeheke pirtûkan bi awayekî fermî ji hêla hevserokatiya Meclisa Rêveber a kantona Reqayê ve hat vekirin.
Li kêlek wê jî helbest û kurteçîrok ji hêla gelek wêjevanan ve hatin pêşkêşkirin; Felek Hesriye kurteçîrokeke bi navê "Serdanê berbangê" û Diyala Elî ya ji bajarê Dêrikê helbestek bi kurdî û helbestvan Mihemed Şemê bi navê "Silav ji Reqayê re" hunerên xwe pêşkêş kirin.
3 ROJAN WÊ BIDOME
Festîval wê sê rojan bidome. Roja 24'ê mehê temam bû. Di 25 û 26'ê mehê de jî bername bi vî rengî ye:
Di roja duyemîn de dê mêvan herin serdana Keleha Cebar. Danê êvarê dê helbest û çîrok bên xwendin.
Di roja sêyemîn a festîvalê de mêvan dê serdana saziyên Rêveberiya Xweser bikin. Danê êvarê jî dê helbest û kurteçîrok bên xwendin. Festîval dê bi konsera Koma Çand û Hunerê ya Reqayê bi dawî bibe. (ANHA)



