Diyarname
Roja 15'ê mehê li Bîrdariya Enfalê ya Çemçemala Silêmaniyê di semînerekê de pirtûka bi navê ‘Nûçeya Operasyona Enfalê di Rojname û Belgenameyên Nikûmeta Iraqê’ de hat nasandin.
Di panelê de mamostayê zanîngehê Çermo Hejar Hişyar li ser pirtûkê axivî.
Nivîskarê pirtûkê Dr. Ferhad Ebdulezîz jî li ser naveroka pirtûkê axivî û diyar kir ku pirtûk lêkolîneke zanistiye li ser Enfalê.
Ebdulezîz got ku wî ew pirtûk di nava pênc salan de amade kiriye wiha got, "Di pirtûkê de agahiyên girîng ên ji çavkaniyên Iraqî, bîranînên pêşmergeyên wê demê û çavkaniyên dîrokî ku taybet in ên li ser jenosîda Enfalê hene."
Piştî axaftinan nivîskar pirtûka xwe ji bo mêvanan îmze kir.



