Diyarname
Nivîskar, senarîst û derhenêr ê ji Norwecê Dag Johan Haugerud bi fîlmên xwe dibe mêvanê Festîvala Fîlman a Stenbolê. Wî, par li Berlinê bi “Dreams”ê Xelata Palmiyeya Zêrîn girtibû.
Derhêner Dag Johan Haugerud bi fîlmên xwe yên li ser têkiliya mirovan tê zanîn. Ew 1964’an de li Norwecê hatiye dinê. Wî li Zanîngeha Stockholmê Beşa Sînema, li Zanîngeha Osloyê Beşa Dramaturjî xwendiye. Di sala 1999’an de yekem romana xwe nivîsandiye û di sala 2002’yan de jî yekem fîlmê xwe yê metrajdirêj kişandiye.
Ji sala 2000’î ve ew di nav qada sînemayê de cih digire. Fîlmên wî li festîvalên navdar wekî Venedîk û Berlînê hatine nîşandayîn. Jixwe bi “Dreams” (Xeyal) jî par Xelata Hirça Zêrîn girtibû. Niha ew dibe mêvanê Festîvala Fîlman a Stenbolê.
44’emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê ku ji aliyê ÎKSV’ê ve tê organîzekirin îsal di nav 11-22’yê avrêlê de li dar dikeve. Derhêner Haugerud wê bibe mêvanê festîvalê. Ligel fîlmê wî yê yekemîn ê metrajdirêj “Som du ser meg / Belong” û fîlmê wî yê dawî “Dreams”ê, dê 6 fîlmên wî li festîvalê bêne nîşandayîn.
Di festîvalê de ev 6 fîlmên wî dê bêne nîşandayîn:
- Gorundugum Gibi / Som du ser meg / I Belong / Wekî dixuyim (2012)
- Çocuklar / Barn / Beware of Children / Zarok (2019)
- Çikolata Fabrikasinin Işigi / Lyset fra sjokoladefabrikken / The Light from the Chocolate Factory / Lembeya Fabrîkeya Çîkolatayê (2020)
- Seks / Sex (2024)
- Aşk / Kjærlighet / Love / Evîn (2024)
- Hayaller / Dreams / Xeyal (2024)

Fotoye Haugerud me ji malpera Cineuropa girt
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Ji bo ‘Koprude Buluşmalar’ 8 proje hatin hilbijartin


