Diyarname
Di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê de îro bi sernavê "Li ser şopa dengbêjan" paneleke ku Weşanên Ava organîze dike li dar dikeve.
17'emîn Fûara Pirtûkan a Îzmirê 14'ê mehê dest pê kir û heta 22'yê mehê li dar e. Di festîvalê de îro panela Weşanên Ava ya bi navê "Li ser şopa dengbêjan" heye. Di panela ku di navbera saetên 16.00-17.00'an de li dar dikeve, dê nivîskar Ronî War li ser mijarê biaxive.
Di Fûara Pirtûkan a Îzmîrê de ji weşanxaneyên kurd tenê Weşanên Ava stand vekiriye.
***
Nûçeya eleqedar:


