Berfîn AKTAY
Nisêbîn Serxet û Qamişlo Binxet e. Ew “Xet” erê veqetandin bû. Ji dema ji diya xwe welidîm û heya roja ji Nisêbînê derketim bêwatebûyîna sînorê navbera Nisêbîn û Qamişlo her tim bûbû kul û birîn di dilê min de. Gava li ber têlan min temaşeyî rojê dikir ku diçû ava, Nisêbîn û Qamişlo bi hev re tarî dibûn. Lê ew têlên di navbera me de nedihiştin ku ligel wî zarokê ku min li dû têlan didît em werin ba hev û bîranînenek bi du gotin bihêlin ji dû xwe re. Nedihiştin em bi hev re beybûnan bihejmêrin. Ew xwediyê min ê beriya sed salan ku em berê cîran bûn, bê xwedî man. Me pêjna hev winda kir. Em winda bûn. Bi çîrokên teqînên mayînan em her gav matmayî diman, her çiqas em fêrî vê rewşê bibin jî… Ew sitûnên dîrokî ku di nav hidûd de mabûn, xwediyê dîrokek veşartî bûn. Tenê man wekî sembolek… Minê kengî destê xwe dabûna wan sitûnan û ezê bibûma rêwî di nav dîrokê de, min nizanî bû lê min her xeyal kir.
Sînorê ewil min nas kir, sînorê bajarê min, ê welatê min bû. Dema Ez ji Nîsêbînê dûr ketim min got qey ez êdî sînor nabînim. Lê ketibûm nav şaşiyeke mezin ji ber ku ciyê lê mirov heyî di nav sînoran de ma ye. Û sînorê herî mezin û bi qewîn ku derbas kirina wê zehmet jî di nav mejiyan de bû. Carna zayenda te dibe sedema sînoran. Carna nasnama te dibe… Carna baweriya te… Carna renge laşê te… Carna karê te… Carna fikrên te… Carna feqîriya te… Carna kubariya te…
Mirov ji bo her alî her xebat û her civatê sînoran çê dike. Carna ji bo parastina xwe, carna ji ber pozbilindiya xwe, carna ji ber hesûdiya dilê xwe, carna ji ber qirêjiya dile xwe, carna ji ber neçariya xwe van sînoran çêdike. Bi kîjan alî ve mirov bigre dest carna kêm dimîne helbet. Carna bi rastî dibe pêdivî… Carna jî bi rastî dibe bê wêrekî… Axirî êdî baş an nebaşiya sînoran şîrove nakim… Lê pêdiviya avakirina sînoran her tim min ditirsîne û min xemgîn dike.
“VEQETANDIN
Tofan bû ye li ser erd û ezman
Kes kesî nas nake, mar kom bûne li meydan
Ev cîhan nexweş e, wekî meşk e diheje
Ger zarok nepeyvin, ev erd wê biqelişe…
Wa çûkek firiya,
Li ser hidût geriya.
Wa qîzek giriya,
Mayînek teqiya.
Hewar…”
Hewara min ji bo xilasiya sînorên di nav mejiyê mirovan e. Hewara min xwesteka xilasiya veqetandina li nav mirovan e. Bi jiyanek hevpar û bi tifaq jîna li ser erdzemîn bi wate dibe. Erê ne rehet e mirov sînorên xwe yên jiyanî rake, lê divê ew sînorên ku me ji hev qût dikin û dûr dixin xilas bikin. Mejiyan paqij bikin…
**
Fermo strana "Veqetandin"ê:


