Diyarname
Bernameya Şanoya Bajêr a Amedê ya meha adarê niha eşkere bû.
Heft lîstik di nav bernameya Şanoya Bajêr a Amedê de hene. Bername 9'ê mehê bi lîstika mêvan "Her hirsiz haydut degildir" dest pê dike.
Roja 15'ê mehê lîstika "Wezîrtî Para Min e", 16'ê mehê jî bi "Qral û Travîs" bername didome.
18'ê mehê wê Erdal Kaya bi standupa xwe "Zikopişto" li Amedê be.
Çalakiyên din jî bi vî rengî ne: "Circus D'arc" (20'ê mehê), "Mijangê Mujgan" (23'yê mehê) û "Zelda bu zor bir mesele" (25'ê mehê).
Lîstika "Qral û Travîs" saet 20.30 de, yên din hemû saet 20.00'an de dest pê dikin.
***
Nûçeya Eleqedar:


