Diyarname
49'emîn Festîvala Muzîkê ya Navneteweyî ya Stenbolê heta 16'ê rezbera 2021'ê didome. Di festîvalê de bi dehan konser li benda temaşevan in.
Festîvala Muzîkê ku ji aliyê ÎKSV'ê ve tê bi rê ve birin îsal bi diruşma "Dinyayeke Din Mimkûn e" lidar dikeve. Li 14 cihên cuda ji Tirkiyeyê û ji dirveyî Tirkiyeyê bi ser 30'î de solîst, kom û orkestra konseran didin.
Va ne hin ji wan:
- Borusan Quartet&Paul Meyer
Borusan Quartet û klarnetjen Paul Meyer ji bo festîvalê tên ba hev. Meyer ku xwedî Nîşanê Wêjey û Hunerê yê Fransayê ye besteyên ligel klarnetê dê pêşkêş bike. Ew, Stadler a Mozart a ji bo klarnetê dê pêşkêş bike.
Dîrok: 25.08.2021, saet 20.00, Sakip Sabanci Muzesî Fistikli Teras
- 'Li Ser Sehneyê Serhildan'
Ufuk & Bahar Dorduncu ên ji Tirkiyeyê ku di warê muzîka hemdem de li dinyayê navdar bûne bi projeya "Li ser sehneyê serhildan" li festîvalê ne. Ev projeya kuber bi 10 saliya xwe ve diçe ji berhemên Debussy û Stravinsky pêk tê. Asîstanê Jean-Luc Godard ê bi navê Fabrice Aragno ji van fîlm çêkiribû. Aragno ji bo fîlm dîmenên aşîvê yên Nijinsky bikar anîbûn.
Di vê konserê de fîlmên di bin bandora xweza, dans, Şoreşên Misir û Pragê de hatine sazkirin, ligel muzîkê dê şahiyeke taybet pêşkêş bike.
Dîrok: 01.09.2021, Saet 20.00, Hewşa Mezin a Lîseya Saint Benoit Fransiz.
- Piazoolla 100 salî ye
Astor Pantaleon Piazzolla muzîkarekî ji Arjantînê ye, avakarê Tango Nuevoyê bû. Sala 1921'ê hatiye dinê û 1992'yan miriye. Îsal 100 saliya wî ye. Ji bo sedsaliya wî konsereke taybet tê sazkirin.
Di vê konserê de Orkestraya Filarmonî ya Stenbolê ya Borusanê (BİFO) ligel hunermendê akordeonê Martynas Levickes dê konserek pêşkêş bike. Şefa norwecî Tabita Berglund dê BİFO'yê bi rê ve biben.
Dîrok: 02.09.2021, 20.00, Maximum Uniq Açikhava
- Stêrkê piyanoyê Simon Ghraichy
Piyanîst Simon Ghrachy wekî "stêrko rockê yê piyanoyê" tê nasîn. Bi eslê xwe ji Meksîka-Lubnanê ye. Bi şiroveya xweser û performansa bi coş a ser dikê balê dikişîne ser xwe. Di konserêde ji Bach, Verdi, Mozart, heta besteyên di bin bandora Goya de hate çêkirin ewê guldesteyeke pêşkêş bike.
Dîrok: 08.09.2021, Saet 20.00, Qesra Fransiz
- Borusan İstanbul Filarmoni Orkestrası & Khatia Buniatishvili
Piyanîsta gurcî-fransiz Khatia Buniatishvili ligel şefên navdar dixebite. Ew ligel Orkestraya Filarmonî ya Stenbolê ya Borusanê dê konsereke taybet bide.
Dîrok: 14.09.2021, 20.00, Harbiye Cemil Topuzlu
- Rotaya Muzîkê
Yek ji projeyên taybet a festîvalê Muzîk Rotasi di salaxwe ya 6'an de yekemîn car li Vapurên Bajêr derdikeve pêşberî temaşevanan.11'yê rezberê di saetên 11.00 û 14.00'an de dê muzîk pêşkêşî muzîkhezan bike. Rabûn û daketan li Îskileya Kabataşê ye.
Dîrok: 11.09.2021, Saet 11.00-13.20 / 14.00-16.20, Şehir Hatlari Vapuru / Îskeleya Kabataşê
- Konserên Dawiya Hefteyê
Festîval îsal jî konserên dawiya hefteyê bê pere pêşkêş dike. Dawiya hefteyê li Ataturk Kert Ormani, Parka Fenerbahçe û Parka Yildizê dawiya hefteyê bê pere konseran pêşkêşî stenboliyan bike.