Diyarname
Agahî ji aliyê Balafigeha Ronald Reagan ve hate eşkere kirin.
Li Whashingtona DYA'yê dema balafira rêriyan PSA Airlines dadiket balafirgehê li Sikorsky UH-60 Black qelibiye. Balafir ketiye Çemê Potomac. Piştî qezayê dest bi lêgerîn û rizgarkirina mirovan hatiye kirin.
Qeza li gor saeta Amedê saet dor 03.00'an de çêbûye. Dema balafir dadiket, helîkopterê di perwerdehiyê de bû li hev qelibîne. Li gor agahiyên kûleyê, kûleyê balafirên sivîl der barê helîkopterê de hişyar kiriye û paşê qeza çêbûye.
Va ne agahiyên nû:
- Li balafirê 64 kes hebûn. Li helîkopterê jî 3 personel hebûn.
- Serê sibê kanala CBS'ê gotibû cenazeyê 18 kesî ji çem derxistine... Nîvro ev hejmar derket 28'an.
- Balafirgeh heta roja înê dê girtî bimîne.
- Serokdewletê DYA'yê Donald Trump gotiğe ku li ser qezayê şik hene û pirsa çima helikopter bi wir de çûye, kûleyê çima helikopter hişyar nekiriye, kiriye.


