Diyarname
Di çarçoveya lêpirsîna Stenbolê de 6 rojnamegerên 17'ê mehê hatibûn binçavkirin îro hatin girtin.
Rojnameger Necla Demir, Rahime Karvar, Ahmet Guneş û Welat Ekin li Edliyeya Çaglayana Stenbolê piştî îfadegirtina wan hatin girtin. Reyhan Yalçindag ku li Wanê, Vedat Ogunçê ku li Mêrsînê hatibûn binçavikirin li wê derê bi SEGBÎS'ê (Pergala Ragihandinê bi Deng û Dîmen) îfade dan û ew jî hatin girtin.
6 rojnameger bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.
Hat gotin ku nûçe û nîqaşên ku rojnamegeran di bernameyan de kirine wekî sedema girtina wan hatine nîşandayîn.


