Amed
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxiyaniya nivîskî da dest pê kirin û got, "Ji bo pêşeroja xwe, em xwedî li modela jiyana demokratîk-azad derkevin."
DBP'ê got ku wisa dixuye, zihniyeta ku nikariye Kobanî têk bibe, niha carek din bi Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ku dûvikê Artêşa Sûriyeya Azad e, Rojava ji bo xwe kiriye hedef.
DBP'ê wisa got, "Em wekî DBP, li hemberî van êrîşan duh jî em bêdeng neman, îro jî em bêdeng namînin. Emê bi awayê herî xurt parastina Rojavayê bidomînin. Ji bo vê yekê, ji îro pêde li hemberî êrîşên dijî serketinên gelan û şoreşê emê li qadan bin, emê dengê xwe bilind bikin. Li her qadê emê dengê xwe bilind bikin, bi meşan, bi notebên bigirin emê serketinên Rojava biparêzin."
DBP'ê got ku em bang li hemû hêzên demokrasiyê û raya giştî ya navneteweyî dikin ku li hemberî êrîşên dijî Rojava bedêng neminin û got, "Banga me ew e di têkoşîna azadiyê de ji bo Rojava bibin deng. Em xeta têkoşîn û berxwedanê di her qadê de mezin bikin û ji bo pêşeroja xwe, em xwedî li modela jiyana demokratîk-azad derkevin."


