Qamişlo
Koma Orkestraya Rojava ya di bin pêşgengiya hunermend Mizgîn Tahir de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo konserek pêşkêş kir.
Di çarçoveya 10'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava de kom derket ser dikê û konsera xwe pêşkêş kir.
Koma Orkestraya Rojava ji 39 zarokan pêk tê. Komê pêşî stranên bi rîtm ên li ser amûra kulturî wekî erbane pêşkêş kirin, dûre sirûda neteweyî Ey Reqîb pêşkêş kir. Komê paşê stranên din ji bo mêvanan strîn.
Peymangeha Orkestra Rojava ya Zarokan li Rojava di sala 2016'an de hatiye avakirin. Di peymangehê de zarok ji temenê 7 heta 16'an li ser hemû amûrên muzîkê tên fêrkirin û perwerdekirin. (ANHA)
**
Nûçeya Eleqedar:
- Panela ˋEfrîn di navbera Çiyayê Kurmênc û Çiqilê Zeytûnê deˋ


