Diyarname
Li dinyayê yek ji festîvalên herî navdar Festîvala Fîlman a Cannesê ye ku bi merasimê dest pê kir. Fîlm ji bo Xelata Palmiyeya Zêrîn bigirin ketin pêşbaziyê.
STREEP HAT RÛMETDARKIRIN
Di merasima destpêkirinê de lîstikvana ji Hollywoodê Meryl Streep Xelata Rûmetê ya Palmiyeya Zêrîn girt. Lîstikvan Streep di sala 1989'a de bi fîlmê xwe "Evil Angels a Cry in the Dark" beşdarî Cannesê bûbû. piştî 35 salan careke din li Cannesê bû. Lîstikvan Streep bi fîlmê "The Iron Lady" ku çîroka wê li ser Serokwezîra Kraliyeta Yekbûyî Margaret Thatcher bû gelek bal kişandibû. Streep ku berê di warê Lîstikvana Herî Serketî (1982), Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî (1979) de xelata Oscarê girtibû, bi vî fîlmê xwe carek din Xelata Lîstikvana Herî Serketî girtibû (2011).
Dîsa fîlmê "Julie and Julia", "The Devil Wears Prada", "The Post" û "Mamma Mia" hin fîlmên wê ne ku zêde têne zanîn.
GRETA GERWIG SEROKA JURIYÊ YE
Îsal seroka juriya mezin derhêner Greta Gerwig e. Fîlmê Gerwigê ê bi nave "Barbie" li dinyayê rekora gîşeyê şikandibû. Di nav endamên juriyê de lîstikvana ji amerîkayê Lily Gladstone, lîstikvana fransiz Eva Green, derhênera ji Lubnanê Nadine Labaki, derhêner û senarîst ê spanyolî Juan Antonio Bayona, lîstikvanê îtaLî Pierfrancisco Favino, derhênerê ji Japonyê Kore-eda Hirokazu û lîstikvan û sazkarê fîlman ê fransiz Omar Sy heye. Ewê fîlman binirxînin û xelatgirê Palmiyeya Zêrîn diyar bikin. Îsal di vê beşê de 22 fîlm hene.
"LE DEUXIEME ACTE" HAT NÎŞANDAYÎN
Fîlmê komedî yê derhênerê fransiz Quentin Dupieux ê bi navê "Le deuxieme Acte" wekî fîlmê destpêkê yê festîvalê hat nîşandayîn.
Festîvala ku êvara 14'ê mehê deriyên xwe vekirin, roja 25'ê gulanê wê bi dawî bibe.


