Diyarname
Pirtûka bi navê "Di dîrokê de kesayetiya jinê" ku ji nivîsên Hêvî Berwarî pêk tê derket
Pirtûke ku ji aliyê Weşanên Spîrêzê ve li Dihokê hate weşandin, bi bi kurmancî bi tîpên aramiyê hatiye çapkirin û çapa wê ya bi tîpên latînî jî di demeke nêzîk de dê derkece.
"Di dîrokê de kesayetiya jinê" ji 237 rûpelan pêk tê û têde gelek portreyên jinan hene.
Naveroka pirtûkê li ser kesatiya jinê di destpêka jiyanê heta îro de, rola jina kurd bi şêweyekî taybet û qehremaniya jina kurd di qonaxên jiyanê de hatiye sazkirin. Her wisa gelek navên navdar û bi rûmet rûpelên vê pirtûkê hembêz kirine
Di pirtûkê de li ser jinên navdar ên ji dinyayê wekî Aleksendar Kolotayî, Ulîmp duguj, Sozan Antonî, Jan dark, Cenî Roland ji yên welatên ereb Newal Elseidwî, Roza Yusif, Huda Elsheirawî, ji jinên kurd Fatma Reş yan Qere Fatima, xatûn Xanzada Soran, Qedemxêr, Meyan Xana Êzidî, Adîle Xanima a Caf, Hepsaxan Neqîp, Margirêt, Leyla Qasim, Leyla zana û hwd. hene.