ARDÎN DÎREN
Ev nêzî du sal e dihat gotin ku derhênerê Îranî Majîd Majîdî fîlmekî bi navê “Muhammed: Qasidê Xwedê” dikişîne. Piştî ewqas gotegotan herî dawî fîlm di salonên sînemayê de ciyê xwe girt. Wek her kesî ez jî li benda fîlm bûm û min fîlm meraq dikir. Ji bo ez vê meraqa xwe bi dawî bînim, piştî demek dirêj bi kelecanek mezin min jî berê xwe da sînemayê. Baş tê zanîn di sînemaya Majîdî de “zarok û zarokatî” ciyekî taybet digire. Wek mijar di sînemaya xwe de li ser van hêmanan disekine. Mînak, di fîlmê xwe yê bi navê “Rengê Xwedê” de lêgerîna zarokekî ya li xwedê vedigot. Ev zarokekî kor bû û ketibû dû xwedê da ku rojekê xwedê bibîne. Rengê Xwedê, çîrokeke qelbekî şikestî bû. Li gor fîlm, ji ber ku nedihat hezkirinê ew kor hatibû dinê û girêdayî vê yekê ewê nikaribûya xwedê jî bibîne. Ev zarok bi vê baweriyê dijiya. Rengê Xwedê fîlmekî bi “dil” bû. Dilsoz bû û tehma sînemayê ji dîmen û çîrokê difûriya. Mirov hîs dikir wek ku çewa ew zarok jî destê xwe li her derî digerand û dixwest xwedê hîs bike ango xwedê di xwezayê de bibîne, ji lewre mamosteyê wî rojekê jêre gotibû ku “Xwedê nayê dîtin, xwedê li her derê ye…heger tu tilyên xwe bikarbînî ew gav tu dikarî xwedê jî bibînî û hîs bikî…” Navê vî zarokê kor jî Muhammed bû. Bi rastî gava ez çûm fîlm jî ez bi hêviya çîrokek Muhammedê din, wek heman çîroka fîlmê Rengê Xwedê çûm sînemayê, lê mixabin fîlmekî ne bi “dil” hebû li hemberî min!
Li gor min hin fîlm hene bi “dil” in û hin fîlm jî hene bê “dil” in. Fîlmekî ku dilê wî tunebe mixabin tu tişt bi mirov nade hîskirin. Her çiqas kamera li hewa bifire û dîmen biherike here jî fîlmekî bê dil bê dil e! Sar û xav e ango ne jidil e. Li gor min fîlmê “Muhammed: Qasidê Xwedê” jî sar, xav û bê dil e. Kurt û kurmancî şêwaza Hollywoodê şêwazeke sexte ye û nikare rihê rojhilat derxe holê. Ji ber ku nikare rihê rojhilat derxe holê, bi şêwaza Hollywoodê vegotina çîrokeke rojhilatî jî di dawiyê de dibe bê “dil” û wisa dimîne. Majîdî nêrîna xwe ya sînemayê hinek di bin nîrên endûstriya sînemayê de pelçiqandiye. Bandora şêwaza Hollywoodê jî ew xistiye xefikê. Majîdî di vê xefikê de dîl maye. Bi vê dîlbûna xwe dilê fîlmê xwe jî winda kiriye. Her wiha dilê temaşevanan jî şikandiye.
Rast e, ez fêhm dikim. Ev mijar ne mijareke hêsan e, zor û zahmet e. Bivê nevê giraniyeke mezin, berpirsyariyeke taybet dixe ser milê mirov. Belkî jî di sînemayê de mijarên herî dijwar ev mijarin ku mirov jiyana pêşengên gel bikişîne û wan rave bike. Majîdî jî, xwe xistiye bin barekî giran û wisa dixweye ku bi vî fîlmî di bin bar de eciqiye! Fîlm bi produksiyonek mezin hatiye kişandin, derhêneriya dîmenan jî Vîttorîo Storaro kiriye. Em Storaro ji fîlmê Bernardo Bertoluccî nas dikin. Bi salan e bi hevre kar dikin û fîlm dikişînin. Ji xwe gava mirov li fîlm temaşe dike mirov zane ku kameraya diherike di destê Storaro de bi terbiye bûye. Nasnameya wî ya derhêneriya dîmenê di fîlm de berbiçav e. Ez dixwazim vê yekê bibêjim, yanî “dîmenên herikbar û xweşik” , “cil û berg û mizansenên bi heybet” tu tişt îfade nakin gava ku çîroka mirov ango tiştê mirov qal bike xav bin! Dîsa muzîkê fîlm jî baş in û serkeftî ne, lê tevna fîlm qels e. Him bi him fîlm asê dibe û dixitime. Ji lewre jî gava mirov fîlm bi giştî dinirxîne fîlmekî bê rih e, tiştekî nû nabêje ji mirov re. Min hêviyek biçûk hebû, min digot belkî di derbarê Muhammed de çend hurgiliyên însanî bide (pir li bendê mam) lê tiştek wisa neqewimî. Fîlm bi mucîzeyan nepixî bû! Ev mucîze jî baweriya mirov hinek din ji fîlm dişkîne û mirov ji fîlm bawer nake. Ew baweriya di Rengê Xwedê de di vî fîlmî de qet tune ye.
Di fîlm de tiştê herî li xweşa min çû ev yek bû, Muhammed li hember pirsa “emê xwedê li kur bibînin?” bersiva “di qelbên şikestî de” dide. Beriya Muhammed were dinyayê mixabin qelbê gelek kesan şikestiye! Qelbê civakê şikestiye. Elbet ewê Muhammed van qelban baş bike û derzên ku li mirovahiyê ketine tije bike, lê fîlm wê germahiyê an jî dilsoziyê bi mirov re çênake. Di bin sîwana mûcîzeyan de lewaz maye fîlm. Em di fîlm de qelbên şikestî hîs nakin!
Hemû derhênerên rojhilatî di serî de tiştên biçûk zeft dikin û ji van tiştên biçûk tiştên mezin derdixin holê. Lê piştî demekê ku tên naskirin, him bi him bi dû tiştên mezin dikevin û di dawiyê de jî tiştên biçûk derdixin holê. Meseleya Majîdî jî ez bawerim hinek ev e. Li dû tiştên mezin tiştên biçûk feda kiriye…Berê çîrokên qelbên şikestî vegot ji me re; bi dilekî germ vegot lê niha pir dûr ketiye ji wê vegotina xwe. Elbet derhênerek her tim bi heman şêwazê fîlm çênake û ne mecbûr e jî, lê ev jî rastiyeke mirov çiqas ji çîrokên xwe dûr bikeve di heman wextê de ev yek li ser hunera mirov jî bandorek neyênî çêdike. Majîdî ji çîroka xwe dûr ketiye. Emê sînemaya naîf û henûn li kur bibînin? sînema hinek jî ew tiştên biçûk yên ku qelbên wan hatine şikestin e. Emê sînemaya bi çêjn di qelbên şikestî de bibînin. Ji dewsa ku Majîdî van qelbên biçûk yên şikestî berhev bike û derman bike, ew derzên qelbên şikestî hinek din jî fireh kiriye.
Majîdî bi vî fîlmî qelbê sînemayê şikandiye! Aksiyona Hollywoodî serî lê gêj kiriye. Nizanim…ez bi dilsozî bibêjim, fîlm ji min re dilsoz nehat. Tahmsar bû…
25.11.2016, Yenî Ozgur Polîtîka
**
Nûçeya eleqedar:
- 'Hz. Mihemed' dikeve vîzyonê