logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Di rojekê de 43 nivîskarî li ser kurdan nivîsî

Di rojekê de 43 nivîskarên ji Tirkiyeyê (piranî tirk) li ser kurdan nivîsî. Vane ew nivîskar...

  • Dîrok: 27/07/2012
  • Beş: Serbest

Diyarname
Di rojekê de 43 nivîskarên ji Tirkiyeyê (piranî tirk) li ser kurdan nivîsîn.

Roja 26'ê tîrmehê 2012. Li Tirkiyeyê kîjan rojname mirov digirt destê xwe qunciknivîskarek, yan çend ji wan di quncikê xwe de cih dabû kurdên rojavaya Kurdistanê û meseleya kurdan.

Bi giştî 43 qunciknivîskar. Ji van sê jê ji Gundemê (rojnameya kurdan) Delil Karakoçan, Veysi Sarisozen, Baki Gul, yên din ji çapemeniya tirkan.
Ji van hinan tiştinên erênî nivîsîne, hinan bi awayekî objektîf li meseleyê nêriye û nirxandin kiriye, hinan jî hestên xwe yên neteweperest derxistine pêş. Herî zêde nivîskarên Hurriyet û Milliyetê (ji her du yan jî 5 nivîskaran) nivîs nivîsîne.
Ger em yek bi yek li wan binêrin, van kesan di van rojnameyan de nivîsiye:

HURRUYET
Ertugrul Ozkok, Sedat Ergin, Taha Akyol, Yalçin Dogan, Şukru Kuçukşahin

SABAH:
Mahmut Ovur, Okan Muderrisoglu, Nazli Ilicak

MİLLİYET:
Asli Aydintaşbaş, Fikret Bila, Hasan Cemal, Can Dundar, Mehmet Tezkan

VATAN:
Okay Gönensin, Bilal Çetin, Ruşen Çakir, Fatih Altayli

RADİKAL:
Ozgur Mumcu, Murat Yetkin

AKŞAM:
Serdar Akinan

ZAMAN:
Şahin Alpay

YENİ ŞAFAK:
Akif Emre, Abdülkadir Selvi, Cem Kuçuk

STAR:
Ahmet Kekeç, Sedat Laçiner, Nasuhi Gungor, Abdelbari Atwan

TARAF:
Yildiray Ogur, Orhan Miroğlu

CUMHURİYET:
Cuneyt Arcayurek, Hikmet Çetinkaya, Umit Zileli

POSTA:
Mehmet Ali Birand, Candaş Tolga Işik

BUGUN:
Ahmet Taşgetiren, Gultekin Avci, Seda Şimşek

BÎRGUN:
Îbrahim Kaboglu

HABER TURK:
Fatih Altayli

Û tenê ji çend nivîskarên navdar em paragrafek ji nivîsên wan wergerînin û ragihînin:

Ertugrul Ozkok (Hurriyet): Bihara Ereb veguherî Bihara Kurd
"...Êdî 1200 kîlometre sînorê me ligel kurdan heye.
Ger hûn li nexşeyê binêrin hûnê rastiyeke din bibînin.
Li wî aliyê wê sînorê herî hindik di 800-900 kîlometreyî de serjimariya kurd a Tirkiyeyê rûdinê.
Wateya vê ev e:
'Bihara Kurd' xwe li sînorê me qeliband..."
***

Sedat Ergin (Hurriyet): Gava desthilatdariyê ya kurdan a herî bêdeng
"... Komen kurdan sekinîn, li dema herî guncan nêrîn, dema ev gava optîmal bi dest xistin pêngava ku dê li li ser pêşeroja Sûriyê bibe gava bingehîn avêtin û bûn lîstikvanên bandorker."
***

Taha Akyol (Hurriyet): Li Rojhilata Navîn nexşeyeke nû?
"... Belê, tu dewlet êdî li Rojhilata Navîn bêyî ku guh bide kurdan nikare siyasetek dexe pêş. Di sedsala 21'ê de li Rojhilata Navîn êdî ne tenê tirk, faris û ereb, kurd jî hene. Bi vî awayî, yan awayek din dê formek siyasî çêbibe. Lê çawa?..."
***

Yalçin Dogan (Hurriyet): Di Pêngava 4'emîn de PKK xwedî axê ye

"...'Ji niha û pê de bargeha me ya stratejîk Sûriye ye. Li hemberî TC (Komara Tirkiyeyê) emê ji Sûriyê şer bi rê ve bibin.'
Berî ku Tirkiye Sûriyeyê wekî neyar ragihîne di sala 2010'an de PKK'ê di bin navê 'Pêngava 4'emîn a Stratejîk' de ev plan ragihand rêxistina xwe.'
Di demeke ku stratejiya PKK'ê ev bû de, we Tirkiye bi rê ve bibira we yê li hemberî Sûriyê polîtîkayeke çawa bimeşanda?..."
***

Şukru Kuçukşahin (Hurriyet): Serokê Baroyê dizane Davutoglu nizane
"... Ne hewceye hûn kor bin, pirs hêsan e, me got Iraq, Sûriye, di dorê de ku derê heye?
Ev jî êdî zelal e, dewlet gelî dixapîne, ji gel re rastiyê nabêje..."
***

Can Dundar (Milliyet): Bila cîranê me yê kurd ê nû ser xêrê be
"...Li ser sînorê Sûriyê herêmeke xweser a kurd tê ava kirin, digel herêma kurdan a li ser sînorê Iraqê di bin otorîteya 'Konseya Bilind a Kurd' de bi hev re tevdigere.
Xeyala 'Kurdistana Mezin' jîndar dibe.
Û helbet li Enqereyê pêla hêrsê bilind dibe..."
***

Ruşen Çakir (Vatan): Li nav kurde serdema 'cehş' bi dawî dibe
"...Rêxistinên kurdan li aliyekê xwe tevî pevçûnên di navbera hêzên cude de nakin, li aliyê din hemû nelihevkirin û cudahiyên di navbera xwe de li aliyekê dihêlin û li herêma me bi awayekî xurt dikeve ser rêya herûbê. Ew li ser vê reyê gelek pêşde meşiyane û hê dê zêdetir ber bi pêş ve bimeşin jî..."
***

Murat Yetkin (Radikal): Sînor diguherin; amade bin
"...Xeyaleta dewleta kurdan ku heta niha li herêmê her geriyaye lê çênebûye, niha gelo mimkûn e wekî berhemeke pêvek a Bihara Ereban mimkûn e ava bibe? Tişteke wisa dê li herêmê bandora domînoyê pêk bîne; eynî wekî esrek (sedsalek) berê..."
***

Şahin Alpay (Zaman): Asta pirsgirêka kurd a navneteweyî
"...Em wekî Tirkiye du rê li ber me hene: Yan emê daxwazên kurdan ên demokratîk piştguh bikin û vê polîtîkaya xwe bidomînin ku ev yek dê welat ber bi parçebûn û têkçûnê ve bibe. Yan jî hem li hundir, hem li derve emê hurmetê nîşanî daxwazên demokratîk ên kurdan bidin û emê yekpariya welat û aramiya wê bixin bin ewlehiyê..."
***

Hikmet Çetinkaya (Cumhuriyet): Sûriye, dê bibe Iraq?
"...Enqere di dema ku pêşketinên li Sûriyê ji nêz ve dişopand de, ditirse ku rastiya Bakurê Iraqê derkeve pêşiya wê.
A rast ji bûyerên bi xwîn ên li Sûriyê diyar bû ku dê rewş heta vê derê bê..."
***

Ahmet Taşgetiren (Bugun): Li Rojhilata Navîn çi diqewime?
"... Di pirsgirêka kurd a Tirkiyeyê de ji niha de rewş veguherî tiştek din.
Tiştên bi inte int û zorê têne gotin, a rast têrê nakin ku tirsê veşêrin:
- Piştî Bakurê Iraqê li Sûriyê jî avahiyeke kurd a xweser çêbibe wê bandora wê ya li Tirkiyeyê çi be?
Pirs ev e..."

 


 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hunermendên kurd ji bo 2'yê mehê bang kirin

ad

Pirtûkek li ser rewşa sosyolenguîstîk a kurdî ya li Tirkiyeyê

ad

ÎZKÎTAP didome

ad

Festîvaley Sydney reyna hamî taloqderkişî

ad

Pirsa giyanên dagirbûyî didome

ad

Wesiyetnameya Pîremêrd

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname