Diyarname
Komeleya Çandî ya Suryan a li Sûriyeyê bi koordîneya Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser 4`emîn Mîhrîcana Merdoso li hola Serdemê ya Hesekê li dar xist. Mîhrîcan 30 û 31'ê gelawêjê du rojan dê bidome.
Li gor nûçeya ANHA'yê pêkhateya suryan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Yekitiya Jinên Suryan, Partiya Yekitiya Suryan, Meclisa Leşkerî ya Suryan, partî û nûnerên rûspiyên ereb û kurd tev li mîhrîcanê bûn.
Di mîhrîcanê de endamê rêveberiya Komeleya Çandê ya Suryan a li Sûriyeyê Îbrahîm Admo, hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê Vîviyan Beho Osê axivî û bang li gelan hate kirin ku ziman û çanda xwe biparêzin.
Her wiha diyar kirin ku lidarxistina mîna van mîhrîcanan, ji bo pêşxistina çanda suryan-asûr gelek girîng e û Rêveberiya Xweser bi rêya desteyên hunerî û çandî derfet ji pêkhateyan re vekiriye ku çanda xwe vejînin.
Dûre komên beşdar ên suryan, berhemên xwe pêşkêş kirin. Ji komên beşdar, Melfono Gebrîêl Esed, Înana, Asara, Navenda Ebid El Mesîh Qirbaşî hene.
Roja dawî ya mîhrîcanê ye ku dê gelek kom berhemên xwe li Parka Azadî ya Qamişloyê pêşkêş bikin û di dawiyê de komîteya amadekar dê komên beşdar xelat bike.


