Diyarname
8’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol îsal wê di navbera 15-22'yê kewçêrê de li dar bikeve. Der barê pêşangeha ku wê li Hola Zana ya li Qamişloyê li dar bikeve de agahiyên nû hatin belavkirin. Komîteya amadekar bang li weşanxaneyan kir ku serîlêdana xwe bikin.
Pêşangeh îsal bi diruşma "Em xwendinê bikin rêbazê jiyanê" li dar dikeve. Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku pêşangeha organîze dike, ji bo weşanxaneyên ku dixwazin tev lî pêşangehê bibin, xwest ku heya 20’ê gelawêjê serîlêdana xwe bikin.
Di pêşangehê de ligel vekirina standên pirtûkan çalakiyên çandî, fikrî, wêjeyî û semîner têne li darxistin; nivîskar jî pirtûkên xwe îmze dikin.
Ji bo têkilî:
exhibitionharakol@gmail.com


