Diyarname
Nivîskar Aynur Aras li Stenbolê beşdarî sohbeteke wêjeyî bû û qala serboriya xwe ya kurdî û nivîsandinê kir.
Nivîskara Diyarnameyê Aynur Aras herî dawî romana xwe ya bi avê "Berf û Berf" ji Weşanên J&J'yê derxistibû. Ji bo sohbeteke wêjeyî û îmzekirina pirtûka xwe li Stenbolê bû. Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bi moderatoriya nivîskar Nihat Gultekin sohbeta bi navê "Di Wêjeya kurdî de rêwîtiya Aynur Aras" li dar ket.
Nivîskar Aras pêşî çû serdema xwe ya zarokatiyê û got, "Pîrika min yan dilorand an jî ji min re çîrok digot." Aras qala çûyîna xwe ya ji Erzeromê ber bi Îzmîrê ve jî kir, diyar kir ku li wir di dibistanê de meyla wê li ser helbestê bû û paşê qala çûyîna xwe ya Swêdê kir. Nivîskar Aynur Aras wisa got, "Li Îzmîrê dema min digot ez kurd im, digotin na ne mimkûn e, li Erzeromê kurd tune ne, divê tu dadaş bî. Lê li Swêdê bi awayekî cuda ez hatim pêşwazîkirin. Dema ez çûm, du kes hebûn gotin ev mamosteyê te yê swêdî, ev jî ê kurdî ye. Wê çaxê min got ezê îro pêde hemû tşitên aîdê tirkî red bikim. Min dest pê kir zimanê xwe ji gotinên tirkî paqij kir. Gere em xwe deyndarê zimanê xwe bibinin."
Aras ji dema zarokatiya xwe bîranînên xwe anîn ziman û got, "Dema sobe pêdiket, dengê dengbêjan dihat, xweşiyek diket dilê min. Ew êvarên Serhedê qet ji ber çavên min naçin. Min ew kurdiya me hînê keça xwe jî kir. Keça min dema ji mektebê dihat mal, digot 'Mama li vî alî şêmûgê swêdî xilas dibe, kurdî dest pê dike'. Pêşî hinek zehmetî dikişand, digot çima tu hînê min dikî, lê niha kêfa wê tê ku kurdî dizane, dibêje 'hin hevalên min hene kurdî nizanin xwe kêm dibinin li ber min'."
Nivîskar Aras li ser çawa dinivîse, kengê dinivîse jî diyar kir ku ew bi meşê diçe kar, heta diçe û tê, dîsa li mal dema karê malê dike her di serê xwe de îskeletê saz dike û paşê jî dest bi nivîsandinê dike; di nivîsandinê de sûde ji bûyerên rastî digire. Aras wisa got, "Bi ya min gere mirov di romanê de ecele neke. Binivîse, piştî nivîsê deyne aliyek piştî 6 meh salek lê vegere. Ez piştî du salan li 'Berf û Berf' vegeriyam, min gelek tişt têde guhartin jî. Min sosyal pîsîkolojiya jina kurd kiriye mijar."
Piştî axaftin, pirs û bersivan Aras romana xwe bo mêvanan îmze kir.


Nûçeya Eleqedar:
- 'Di Wêjeya kurdî de rêwîtiya Aynur Aras' li dar dikeve


