Nalîn Dîcle
Kongreya Sûriyeya Demokratîk ji bo çareseriya qeyrana Sûriyê di 8-9’ê kanûnê (berfanbarê) de li Kantona Cizîrê bi beşdariya 103 delegeyên ku nûneriya hemû pêkhateyên Sûriyê dike pêk hat.
Heta niha gelek civîn û konferansên wekî Cinêv, Moskow, Qahîre, Viyana, Riyad hatin çêkirin. Ji van civinan rastiya ku derdikeve holê ew e, hêzên hegemonîk Sûriye kirine meydana şerê berjewendiyên xwe, ji derveyî pêkhateyên Sûreyê her kes pirsgirêka Sûreyê nîqaş dike. Pêşiyên kurdan dibêjin; ‘du serî di qazanekê de nakelin’ îcar di qazana Sûriyê de serî bê hesabin, lewra encama her civînekî ji ya din kambaxtir e.
Her çend civîna Viyanayê hêviya çareseriyek siyasî geş kiribe jî lê piştî demek kin ev xeyal berhewa bû. Xistina Balefira Rusya ya ji aliyê Tirkiyeyê qonaxek nû bû di girêkorka Sûriyê de û dagirkirina axa Iraqê ji aliyê leşkerên tirk ku bû sedema aloziyeke mezin. Van bûyeran bandora erdhejê li ser qelîştonên di navbera eniyê dijber yên hegemonîk heyî kir û qelîştok kûrtir û firehtir kir.
Her çend civîna Viyanayê hêviya çareseriyek siyasî dabe avakirin jî lê di demeke kin de bûyerên ku di asta Şerê Cihanê yê 3’yemîn de qewimîn careke din, bê hêvîtiyeke mezin da avakirin.
Çi ferqa Kongreya Sûriya demokratîk ji civinên din heye?
Cara yekemîn e dinamîkên Sûrî, opozîsyona xwedî hêz û her yek bi rengê xwe li ser axa azad hatin gel hev û Pirsgirêkên xwe nîqaş kirin, lewra ev kongre pêngaveke dîrokî ye.
Di girêkorka Sûriyê de ezmûna dîrokî derketî ew e ku ji ber opozîsyoneke bi tifaq, ya ku pişta xwe dide dînamîkên xwe yên hundir nebû, lewra şoreşa Sûriyê encam baş negirt. Di vê wateyê de Kongreya Sûriya Demokratik ji bo yekîtiya opozisyoneke pişta xwe dide gelê xwe girîng e.
Beriya Kongreya Sûriya Demokratik wekî pêngava yekemîn, Hêzên Sûriya Demokratîk bi beşdariya 14 hezên cuda di 10’ê Cotmeha (kewçêr) 2015’an de hat avakirin. Avakirina HSD’ê ji bo rîzgarkirina hemû xaka Sûriyê, aliyê leşkerî de pêngavek girîng bû. Di Kongreya Sûriya Demokratîk de Avakirina Meclisa Sûriya Demokratîk jî di qada siyasî û diplomatîk de ji bo nûneriya rast pêngavek dîrokî ye. Çawa ku HSD hêviya rizgarkirina axa Sûriyê ji çeteyan da gelên Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk a ku ji 42 kesan pêk tê jî hêviya çareseriya siyasî û avakirina pergaleke demokratîk dide hemû pêkhateyên Sûriyê.
Hişmendiya destpot a Baas Sûriye xist rewşeke şer û malwêraniyê. Ev hişmendî Baas ya navendî ne li gorî rastiya civaka Sûriyê ya pir rengî û pir çandî ye. Rastiya li ser erdê heye nîşan dide ku êdî pergalek navendî ne gengaz e, lewra pergalek federal ya li ser bingeha mafê hemû pêkhateyan, li ser zemîneke jiyana hevbeş û welatekî hevpar civakeke pirengî û pir çandî şert e.
Hêzên xêrnexwaz yên ku Kongreya Sûriya Demokratîk hezim nekirin, di 10’ê Kanûnê roja yekemîn ya ya Hefteya Mafê mirovan de komkujiyek mezin li bajarê Til Temirê pêk anîn ne tesaduf e. Li Til Temir kurd, ereb, suryan û hwd. jiyan dikin, ev êrîşa hovane li ser mozîka gelan Til Temir êrîşa li ser hemû pêkhateyan e.
Pêkhateyên kurd, ereb û suryanî li hember çeteyên para xwe ji mirovahîyê negirtine di Kongreya Sûriya Demokratîk de hêza xwe kirin yek, lewra komên çete û alîgirên wê yên tehemul wan ji pir rengiyê û biratiya gelan re nîn e li Til Temir komkujî pêk anîn.
Bêguman çawan lehî her tiştî dikare li ber xwe bibe, li hemberî vîna gelan jî tu hêz wê nekare li ber xwe bide. Rihê Til Temir ên vîna hemû pêkhateya temsîl dike, di HSD û Meclisa Sûriya Demokratik de temsîla xwe dike, lewra bûye şevtirska komên çete û hevalbendên wan.
13.12.2015, Azadiya Welat