Diyarname
Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê roja 28'ê mehê ji bo 2 pirtûkên helbestê li Qamişloyê şahiya îmzekirinê li dar xist.
Ji pirtûkên derketî yek jê bi kurdî û yek bi erebî bû. Pirtûka helbestan a bi kurdî "Wa Şehîd" ji aliyê Hesîne Ehmed ve hatiye nivîsandin. Ya erebî jî bi navê ˊWeda El Nasik El Exîr (Xatirxwestina Dawî ya Heram)ˊ ji aliyê Ebdurehman Mihemed ve hatiye nivîsandin.
Di çalakiya danasîn û îmzeya her du pirtûkan ku li Parka Xwendinê ya Qamişloyê li dar ket de gelek kes amade bûn. Di çalakiyê de Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran Anahîta Sîno axivî. Sîno derketina pirtûkên helbestê li her du helbestvanan pîroz kir û got: "Ew her du pirtûk 2 berhemên girîng in ji bo nivîsgeha wêjeyê ya herêmê."


