Diyarname
19'emîn Festîvala Fîlmên Karkeran îsal di navbera 1-10'ê gulanê de li dar bikeve. Ji bo festîvalê niha dema serîlêdanê ye. Yên bixwazin dikarin heta 15'ê mehê berhemên xwe bişînin ber destên amadekaran.
Festîvala Fîlmên Karkeran ji aliyê hin sendîka û saziyên sivîl ve tê organîzekirin.
Festîval li Stenbol, Enqere û Îzmîrê li dar dikeve. Festîval zêdetir cih dide fîlmên li ser karker û kedê, ligel van li ser civak, bajar, hawir, mafên mirovan jî mijarên sereke ne.
Ji bo şandina berheman:
- FESTÎVALA FÎLMÊN KARKERAN


