Diyarname
Şaneşîn Performans ku li Mêrdînê li cihê xwe yê nû dest bi xebatan kiriye bernameya xwe ya meha sermawezê (mijdar) pêşkêş kir.
Bernameya Şaneşîn Performansê ya meha sermawezê 2'yê mehê bi lîstika "Cîhana Tênitiyê" dest pê dike ku lîstika Şanoya Kanî Bokan e.
3 û 4'ê mehê du lîstikên mêvan ên bi tirkî hene: "Yalan Makinesi" û "Kalkişma" wan rojan derdikevin ser dikê.
5'ê mehê lîstika Şaneşînê "Şêxê Sen'anî" dê derkeve pêşberî temaşevanan. Heman lîstik dê 12'yê mehê jî bê lîstin.
Li gor bernameyê 10 û 11'ê mehê Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika xwe "Mirina Jeanne D'Arcê ya Din" li Mêrdinê dibe mêvan. 12 û 18'ê mehê Şaneşîn Performans Zarok dê lîstika zarokan "Şengê û Pengê" pêşkêş bike û 19'ê mehê jî lîstika Şaneşînê "Înfaz" wê bê pêşkêş kirin.


