Huseyîn Turhalli
Di mehên navîn ên sala 2016'an de hevalekî ji min re got: "Zarokek ji Şengalê hatiye heye. Ji serdemek gelek xirab re derbas bûye. Hevkêşeya wî ya rihî xira bûye. Wî bigire cem xwe, dê hem heqdestê xwe bi dest bixe, hem bi derdorek berfireh re bê cem hev, dibe ku tenduristiya wî ya rihî j^ibaş bibe."
Min got baş e.
Stîban di temenê zarokiyê (16 salî) de ye, di bin ewlehiya dewleta Almanyayê de bû. Ji saziya berpirs destûr hat girtin, em bi hev re ketin nav tevgerê.
Ew wekî morîkek bitevger, bi qasî du kesên kamil xurt bû. Tu bibêjî "xwe biavêje ber vê erebeyê" bêteredud dikare xwe biavêje ber. Lê bi qasî ku min şaşwaz bike xwedî tevgerên bêhevkêşe bû. Mînak ji dêvla ku bi milê makîneyê bi tonan radike ba bide û bide sekinandin ew diket pêş û dikir bide sekinandin. Du roj paşê ez çûm cem hevalê Stîban pêşniyarê min kir û min got: "Stîban bi qeza li cem min dê xwe bikuje. Ez nikarim vê yekê hilgirim. Wî qanî bike bila êdî neyê."
Di dema êrîşa DAIŞ'ê de Stîban hê 14 salî bû. Çeteyên DAIŞ'ê li nava meydana gund du birayên wî serê wan jê dike û dikuje. Du xwişkên wî digire û dibe. Tecawizê li du jinmamên wî dikin û wan dikujin. Ew di nav xirecibirê de firsendê dibîne û direve Çiyayê Şengalê. Li Çiyayê Şengalê xwe digihîne YPG'yiyan, beşdarî wan dibe. Dibe ji ber tevgerên wî yên bêhevkêşe, belkî ji ber temenê wî YPG wî dişîne kampa sivîlan. Paşê ew digihîje Almanyayê.
****
Ji dîmenên vîdyoyê du ciwanên ketine pêş konvoya pêşmergeyan, mil dane erebeya zirxî ku dixwazin wê bidin sekinandir. Dema min ev dîmena wan her du ciwanan dît rewşa Stîban hat bîra min. Pêşmergeyên Roj ew her du leheng dan ber guleyan û kuştin. Dema min ev dît dinyaya min ser û bin bû. Ez ketim nav gundê Koço yê Şengalê. Ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve serjêkirina her du birayên Stîban, bi zorê birina her du xwişkên wî, feryada jinmamên wî di mejiyê min de teqiyan. Û dema ew her du ciwan hatin kuştin min got: "Li Stîban jî dan."
****
Niha ez dipirsim. Her 7 ciwanên Pêşmergeyên Roj ên Leheng (!) ku li wir kuştin her yek ne Stîban e?
Dibe hin ji min re bibêjin tu alî digirî û dinivîsî.
Belê, ez alî me. Ez aliyê Stîban im.
Lê hûn?
Ji bo vê yekê, vaye ji bo vê yekê; bijî Welatê Êzîdiyan.
Bijî Şengala Serbixwe.
Wergera ji tirkî: Diyarname