Muxalifên Serokê Libyayê Miamer Qedafî îro ber êvarkî baregeha Qedafî ya li paytex Trablûsê dorpêç kirin û ew girtin bin gulebaranê. Muxalifan al bi baregehê ve daliqand û ji baregehê dû bilind bû.
Hate gotin ku baregeh hatiye talankirin.
Der barê Qedafî de tu agahî nîn e ku li ku ye. Hin agahî dibêjin ku Qedafî hê jî li Trablûsê ye.
Nûçegîhanên Reutersê ragihand ku li baregeha Babul Ezîziye ya Qedafî berxwedan rawestiya ye û hêzên muxalif ketine beregehêb
Li aliyê din Konseya Demî ya Neteweyî ragihand ku sedî 80'ê yê Trablûsê bi dest xistine.