Amed
Li Amedê bi navê "Muzeya pirtûkan a Wêjeyê ya Ahmed Arîf" heye ku di salekê wê de bi giştî 41 hezar kes çûne serdana muzeyê.
Ahmed Arîf helbestvanê navdar ê ji Amedê ye. Tenê pirtûkek wî ya helbestan heye: "Hastretinden Prangalar Eskittim" (Ji hesreta te min qeyd kevn kirin). Ev pirtûk, li Tirkiyeyê ketiye nav pirtûkên ku herî zêde hatine firotin.
Ahmed Arîf di 2'yê pûşpera 1991'ê de wefat kiriye û par li Amedê li ser navê wî muzeyeke bi navê "Muzeya Pirtûkan a Wêjeyê ya Ahmed Arif hate vekirin. Muçe li Qonaxa Hecî Xalid a 120 salî hate çêkirin. Muze 1'ê pûşpera 2011'an de hate vekirin û di salekê muzeyê de bi giştî 41 hezar kes çûn serdana muzeyê.
Di muzeyê de wêneyên 11 wêjevanên kurd heye. Muze ji pirtûkxane, salona xwendinê û gotûbêjan, amûrên Ahmed Arîf ên wekî dextîlo, musvedeyên helbestan ên bi destxet nivîsîne, wêneyên wî hene. Pirtûkxaneya muzeyê hê ne xurt e lê dîsa jî têde pirtûkên weki kurdî, ermenkî, farisî û erebî hene.