Diyarname
10'emîn Festîvala Fîlman a Duhokê îsal dinavbera 9-16'ê berfanbarê de dê li dar bikeve. Ji bo kesên bixwazin berheman bişînin rojên dawî hatin.
Festîvala duhokê meha 6'an de dest bi girtina fîlm û belgefîlman ji bo fesTîvala îsal kiribû û heta 1'ê meha pêşiya me yên bixwazin divê berhemên xwe bigihînin ber destên amadekaran. Yanê ji bo şandina berheman 10 roj mane.
Festîval ji dinyayê û ji qada kurdan li benda berheman e. Di her du beşan de jî fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm dikarin bêne şandin.
Ji bo têkilî:
https://submission.duhokiff.com/