Diyarname
Hikumeta AKP'ê ku li Tirkiyeyê desthilatdar e ji duh de baca gelek tiştî zêde kir. Ev yek dê bandorê li butçeya her kesî û her malî bike.
Va ne yek bi yek tiştên baca wan zêde bûye:
- Heta niha kesek telefonek ji derveyî Tirkiyeyê bianiya (2022) ji bo IMEI (li Tirkiyeyê qeydkirin bi vî navî dibe) 2 hezar û 732 TL didan dewleta Tirkiyeyê. Ew pere îsal derxistibûn 6 hezar û 91 TL. Û îro ew derxist 20 hezar TL'yî.
- Ji bo deterjan, sabûn, destmalkê tiwaletê, "bebek bezî" (potikên kaxizîn ên pê zarokên biçûk girê didin) û tiştên xwarin û vexwarinê baca wan derxistin sedî 10'an. Heta niha sedi 8 bû.
- Mobîlya, amûrên navmalê wekî sarincok, cilşûştok, tv û tiştên wisa, dîsa cixare, alkol, baca ji bo van tiştan derxist sedî 20'î.
- Pereyên ji bo pasaport, derketina derveyî Tirkiyeyê, karên noterê, vîze û hwd buhaya van kirinan sedî 50 bilind kirin.
- Di kirîn û firotina erebeyan de baca ku sedî 18 bû ew jî derxistin sedî 20'î. Bi vê re, baca OTV (Baca Xerckirina Tiştên Taybet) ku heta niha sedî 80 bû bi vê derdikeve sedî 112'yan.
- Di karên piyango û tiştên bi vî rengî de bac ji sedî 7'an derxistin sedi 14'an, di hinan de ji sedî 10'an derxistin sedî 20'î.
Wekî not: Bi giştî li Tirkiyeyê ji sedî 18 bilindtir bac tune bû, niha ew derket sedî 20'î.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Ev nûçe xwediyên erebeyan eleqedar dike


