Diyarname
Amed Spor Kongreya Xwe sibê, roja 25'ê mehê li dar dixe. Lê niha ne zelalî heye. Heta vê saetê jî ji bo serokatiyê li hev kirinek çênebûbû.
Heta çend rojan jî navên Nurullah Edemen ku bi salan ji bo Amed Sporê serokatî kiriye, serokê Amedê Sporê yê serdemek berî niha Çetin Alsaç, Serokê Dim-Derê Aziz Elaldi û Serokê duyem ê Amed Sporê yê niha Cahit Akin derbas dibûn.
Li amedê Lijneşa Îştîşare ya Bilind a Amed Sporê ji bo kesek bibe serok civînan li dar dixe, hevdîtinan dike. Cahit Akin ê ku berendam bû biryar da ku ligel Edemen tevbigere. Piştî îştîşareyan niha li ser du navan axaftin tê kirin. Lijneya îştîşareyê ji berendaman ligel Azîz Elaldi û Nurullah Edemen hevdîtin kir lê encam derneket. Heta sibê encam neguhere dê kongre ji bo hefteyek din bê bi paş ve xistin. Di vê serdema ku tam dema transfer û amadekirina tîmeke ji bo serdema 2023-24'an e fêdeya Amed Sporê di derengmayînê de tune ye.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- 3 agahiyên nû li ser Amed Sporê
- Rocê Kongrey Amed Sporî eşkera bî


