Diyarname
Di maça Kûpaya Konfederasyonê de piştî Amedîkayê vê carê tîma Brezîlyayê derket fînalê.
Maça nîvfînalê di navbera Brezîlya û Afrîkaya Başûr de li dar ket. Di maçê de Afrîkaya Başûr gelek serketî bû lê di deqîqeya 83'yan de nekarî pêşî li gola Dani Alves bigire û di encamê de li hemberî Brezîlyayê têk çû. Brezîlya bi skora 1-0'ê derbasî fînalê bû.
Di fînalê de Brezîlya û Amerîka bên hemberî hev.
Maçên Kûpaya Konfederasyonê wekî antremana maçên Kûpaya Cîhanê têne bi nav kirin. Kûpaya Cîhanê ya 2010'an sala pêşiya me dê li dar bikeve.