Diyarname
Çi qewimî bû? Hunermend Sezen Aksu di sala 2017'an de straneke bi navê "Şahane Bir Şey Yaşamak" (Jiyaneke mikemel jiyîn) belav kiribû û di stranê de ev gotin derbas dibûn: "Binmişiz bir alamete, gidiyoruz kiyamete. Selam soyleyin o cahil Havva ile Adem'e..." Ji ber van gotinan Wezareta Karên Diyanetê ya Tirkiyeyê rexne li Seten Aksu kirin. Paşê Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan duh di dema nimêja înê de axivî û got, "Kes nikare gotin biavêje ser efendiyê me Hz. Ademî. Zimanê ku wan gotinan bîne ziman dema wext bê emê wî zimanî jê bikin."
Li ser Sezen Aksu li nav tora civakî tag hatin vekirni, hinan piştgirî da wê, hinan êrîş û rexne kir. Û hunermened Sezen Aksu îro bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da. Di daxuyaniyê de hem gotina xwe got, hem jî helbestek wekî helwest belav kir.
Aksu wisa got, 'Wekî tê zanîn mesele ne ez im, mesele welat e. Ji roja ku ez hay ji xwe heme heta niha ez rewşa mirovatiyê digirim ber çavan û ez wê li nivîsê dikim. Ez 47 sal in dinivîsim. Ezê nivîsandina xwe bidomînim."
Aksu strana xwe ya ku di sala 2010'an de bi navê "Hop Dedik" (Me got bisekine) parve kiriye û paşê jî helbesteke nû ku îro ji bo vê rewşa heyî nivîsandiye parve kiriye.
Navê helbesta ku Aksu îro parve kiriye "Avci" (Nêçîrvan) e. Li ser tora civakî hinên ku piştgirî dan Sezen Aksu ev gotinên wê yên îro wergerandin zimanên xwe. Rojnamegerê ermen Rober Koptaş ev yek da dest pê kirin û ew wergerand ermenî. Paşê ji bo gelek zimaman hat wergerandin. Rojnameger David Vergili (ji rojnameya Sabro) ew wergerand suryanî, kurdeke ku di twitterê de hesabê wê "@ccottonflowerr" e jî ew wergerand kurdî. Bi qasî me dîtin ev gotinên helbesta Aksu ji bilî van zimanan ji bo ziman^ne wekî erebî, almanî, dancî, fransizî, çînî, îngilîzî jî hat wergerandin û li ser twîtterê hat belavkirin.
Em wê wergera "@ccottonflowerr" ya kurdî digirin û ligel orjînala wê (ya bi tirkî) belav dikin:
NÊÇÎRVAN
Tu nikarî mi xemgîn bikî
Jixwe ez têra xwe xemgîn im
Lu ku binêrim, êş
Li ku binêrim, êş
Ez nêçîr im, tu nêçîrvan
De lêxe...
Tu nikarî li bin wergilî
Tu nikarî zimanê min qut bikî
Li ku binêrim, êş
li ku binêrim, êş
Kê rêwî, kê xwedîmal
De hadê
Tu nikarî min bikujî
Min heye deng, saz û gotin
Ez herkes im dema dibêm ez
AVCI
Sen beni üzemezsin
Zaten çok üzgünüm
Nereye baksam acı
Nereye baksam acı
Ben avım sen avcı
Vur bakalım….
Sen beni sezemezsin
Dilimi ezemezsin
Nereye baksam acı
Nereye baksam acı
Kim yolcu kim hancı
Dur bakalım…
Beni öldüremezsin
Sesim, sazım, sözüm var benim
Ben derken ben herkesim
*"Em ketine nav elametê, em diçin qiyametê. Silavan bêjin ji Havva û Ademê cahil re..."


