logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Çîroka yên li ser sînor: Em li vir in!

Berhemeke bir her awayî nipînû li edebiyata kurdî ya ku ji “nû“bûnê muzdarib e, zêde dibe: Em li vir in! Beroj Akreyî ku

  • Dîrok: 17/05/2012
  • Beş: Berhem

Diyarname
Berhemeke bir her awayî nipînû li edebiyata kurdî ya ku ji “nû“bûnê muzdarib e, zêde dibe: Em li vir in! Beroj Akreyî ku bi xwe kurmancîaxêv e, li Swêdê rojên dawî yên jiyana mirovên swêdî, bi farisî û soranî nivîsand, kitêb li Tehranê (bi farisî) û li Hewlêrê (bi soranî) derket. Li Hewlêrê Besam Mistefa ev pirtûk wergerand kurmancî, nivîskar kurmanciya wê xwend û bi fotoyên eslî yên kesê di çîrokan de, li Stenbolê, di nav weşanên Avesta de çap bû.
Di edebiyatê de ceribandineke nû...
Beroj Akreyî li ser tecrubeya xwe ya nivîsandina vê kitêbê, wiha dipeyive:
Karkirin ji kesên mîna me re li diyasporayê, yan maliştin û paqijkirina hotêlan e, yan şûştina firaxan li xwaringehan; yan jî karên ji van girantir û bê nirxtir in. Hevalekî min ê îranî hebû ku li mala pîr û kêmendaman kar dikir. Ez gelek caran pê re rûdiniştim û min li rewş û jiyana wan pîrejin û kalemêrên ku jiyabûn û kar kiribûn û vêga jî, ji jiyana civakê îzole bûbûn, dipirsî.
Ez jî bêkar bûm û li karekî digeriyam ku bikarim av û nanekî peyda bikim, da ku binivîsim.
Yanî min bi mebesta kar û jiyan û nivîsandinê, berê xwe da vî karî. Karkirin ji bo pîrejin û kalemêrên nehez, ciwan, lêqewimî, têkşikestî, pozbilind û piştguhkirî. Hemû demên ku ji malekê diçûm maleke din, li nivîsandina wan difikirîm. Hevalên min ji min dipirsîn: Karê te çi ye? Min bersiv dida: Ez bi şûştina qûna siberoja xwe ve mijûl im.
Li wê yekê difikirîm ku her çawa jî bijîm, dawiya wê, di rewşa herî baş de digihim derpiyekî tijî gû. Yê min yan yê kesekî din? Çi ferq dike?
Ev kitêb berhema du sal karkirin û du sal nivîsandin e. Asayî ye ku dikaribû kitêba min ji vêya ku vêga li ber dest e, pirtir bûya. Lê difikirîm ku ev pîrejin yan kalemêrên ku bi roj ji wan re kar dikim û bi şev wan dinivîsim, serencama heftê, heştê yan not salên jiyanê ne: Devek ku divê pê bixwin, qûnek ku divê pê gû bikin û zihniyetek ku bi piştguhkirinê tijî ye û nizane çarşem çend şem e.
Min dît û ji min re eyan bû ku jiyana mirov di dawî de tenê tûneleke sar û seqem û tarî ye. Lewma jî min dixwest kitêbeke sar bi peyvên sar û tarî binivîsim.
Min ji destpêkê ve dizanibû ku pênûsa min tenê divê şahid be û wekî kamerayê kar bike. Vebêjerê min kar dike û tiştekî li ser xwe nabêje. Bi ser de jî nabêje betilî me, nabêje hest bi çi dike, nabêje li çi difikire û di dawî bi xwe jî winda dibe û çîroka xwe di rûpela dawî de û bi peyvekê dinivîse: Kû der?    

Di bin siya mirinê de
Rexnegirê îranî Makan Ensarî ji bo “Em li vir in“ wiha dibêje: “Mirovên Beroj Akreyî di saetên dawî yên jiyana xwe de ne. Piraniya jin û mêrên pîr rastî pirsgirêka xurifînê hatine û dema wan ya buhurî ji bîra wan çûye. Ev çîrok di sînorekî zirav de, ku di navbera jiyan û mirinê de ye, derbas dibin. Her peyveke ku bilêv dikin, di bin siya mirinê de derbas dibe. Sîbera mirinê ew tişt e ku wate daye jiyana windakirî ya kesayetiyan û tevahiya vê kitêbê.”
Ev kitêb ji aliyê “Xelata Hoşeng Gulşîrî”, “Xelata Mîhrecana Edebiyatê” û “Xelata Nivîskar û Rexnegirên Îranê” ve hatiye namzetkirin.

Beroj Akreyî kî ye?

Nivîskar Akreyî di sala 1963’yan de li başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Piştî têkçûna şoreşa Barzanî di sala 1975’an de berê xwe daye Îranê û 15 salan wekî penaber li Îranê jiyaye. Ji sala 1990 heya 2010’an, li Swêdê jiyaye. Ev du sal in vegeriyaye başûrê Kurdistanê û li Hewlêrê rûdine.
Beroj Akreyî pênc kitêbên helbestan bi kurdî-soranî belav kirine. Du kitêbên çîrokan bi zimanê farisî li Tehranê belav kirine, ku her du ji bo xelatên edebiyatê yên Îranê hatine namzetkirin. Berhemên Ehmed Şamlû, Huşeng Golşîrî, Firûx Ferrûxzad, Sa‘êdî û... wergerandine zimanê kurdî. Gelek hevpeyvîn jî bi nivîskarên navdar yên Îranê re kirine.

 


Em li vir in / Beroj Akreyî / Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa / 96 rûpel

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

news
  • 05 04 2026

Dîwaneke nû 'Mizgîna Azadî' derket

news
  • 23 03 2026

Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket

news
  • 17 02 2026

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin

news
  • 17 02 2026

‘Doktor Dije’ bi zazakî zî veciya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Rapvanên kurd bi hev re konserê didin

ad

Bi pirtûka xwe mîlyonek lîra kar kir

ad

Ji Hêzên Parastina Şengal daxuyanî

ad

Dema jinek pilingek gez bike, ev nûçe ye!

ad

Hunermendê gel Neşet Ertaş wefat kir

ad

3 mîlyon û 802 kes betal hene

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname