Derewa 'Kurdan got Erê'
Asli Aydintaþbaþ
Piþtî referandûmê dengên kurdan bû derdê her kesî. Navên nêzî partiya desthilatdariyê meyl kirin ku bi propagandaya xwe bawer bikin, di televîzyonan de wisa diaxivin ku wekî ku li Rojhilat û Baþûrêrojhilat di warê dengên Erê de geþbûnek mezin çêbûye. Lê li Rojavayê Tirkiyeyê bi qasî ku em nikaribin xeyal bikin li wir zordarî ûçewsandin hebû, dest û lingên HDP'ê hatibûn girêdan, ligel vê yekê jî kurdan di vê hilbijartinê de got "Na". Bila ev yek wisa bê fêmkirin!
Helbet ez tenê bi ser alîgirên desthilatdariyê de hêrs nabim. Ligel van komek ji yên dengên Na dane jî wisa dikin ku ez dîn bibim. Bi pozbilindiya Tirkên Spî diaxivin, yên ku gotina peyvên "Kurdan firot" bikar tînin jî hene. Ev çi dînîtiye. Çawa li Îzmîrê dema sedî 68 dengê Na derdikeve dibêjin "Bijîîîî!" dema li Amedê dengê sedî 68 Na derdikeve dibêjin "tûûû!".
Yaw hûn dîn bûne? Di vê referandûmê de þika hîleyê ya herî mezin li Rojhilat û Baþûrêrojhilat çêbû. Hûn li delîlan digerin? Ferqa di navbera dengên li bajêr û li gundan binêrin. Li navendên bajêr HDP'ê hema hema dengên xwe parastine, li gundan, li cihên biçûk ku her saniye xofa axa û hêzên ewlehiyê tê hîskirin dengên Erê bilind bûne.
Mînak li taxên Þirnexê ku ji Google Earth jî tê dîtin di dema operasyonên di navbera hêzên ewlehiyê û PKK'ê de vala bûne de dengên Erê, yên AKP'ê derketine du qatî. Gelo ev yek bi mantiq e? Dest ji siyasetê jî berdin, ev yek ne li gor refleksa xwezaya mirovan e?
Tiþtek din berî ku mirov bibêje "Kurdan berê xwe da AKP'ê" mirov hinek lêkolînê nake? Dema mala kurdan bi ser wan de hat xirakirin, dema bi mîlyonan hatin koçberkirin, dema wekîlên HDP'ê hatin girtin, dema muþahidên sindoqên HDP'ê hatin dûrxistin çapemeniya mezin li holê nîn bû, paþê radibe dibêje "Kurdan em firotin!"
Ez vê yekê wekî eybek dibînim (Li vir ez rojnameya Cumhuriyetê cuda dibînin. Ji dema ku Yaþar Kemal li Nadir Nadî geriya û ragihand ku li Wanê xirakirina Axdamarê hat rawestandin heta niha li ser binpêkirina mafên mirovan bi hestiyar bû. Nifþê me di dema herî zor de ji nivîsên Celal Baþlangiç hînê pirsgirêka kurd bû.)
Pir hindik ez bi Rihayê dizanim. Bi salan e pirsgirêka "dengên blok" heye. Li hin herêman eþîr ji bo hemû gundî deng dide. Dîsa jî li Rihayê di warê Erê de bilindbûnek heye. Min meraq kir ez li Mebûsê Rihayê yê HDP'ê Îbrahîm Ayhan geriyam ku ew herêmê baþ dizane, bi salan serokatiya rêxistina bajêr kiriye. Bi gotina "klasîkên ku di her hilbijartinê de çêdibû, yanê bi awayekî vekirî bikaranîna dengan, dengên blok, dubare dengdayîn vê carê bi awayekî eþkere hatin kirin" dest pê kir û wiha dom kir: "Me nikarî hinek xebatê jî bikin. Di Rihaya mezin de ez bi mînîbusek biçûk geriyam. Gelek HDP'yî di bin çavan de ne. Her derê ku ji bo hilbijartinê em çûn panzer li wir bûn. Gel ditirsiya biaxive jî. Ligel vê yekê me dengên xwe parastin. Lê me nekarî herin gundan. Têkiliya me ya ligel gundan qut kirin. Atmosferek seferberî hebû. Walî, qeymeqam ketibûn nava hewldanan. Li gundên biçûk tehdîdên wisa bi bandor dibin. Bi awayekî mafdar gel ditirse."
Baþ e, lê muþahidên HDP'ê nîn bûn? "Li gundan muþahidên me nexistin avahiyan."
Yên ku li ser dengên kurdan diaxivin bi taybetî ez dixwazim vê beþê bixwînin:
"Mînak roja hilbijartinê ez li Pirsûsê bûm. 20-30 kes ketine dû mebûsê AKP'ê û li her sindoqê dengan didin. Û hemû navçe vê yekê dizane. Dibistana ku ez çûmê nîvro 100 zerfên bê mohr hatin. 355 hilbijêr lê hene, 405 deng derketin. Di tûtanakê (belgeyê) de 240 îmze hene. Li hin deran îmze hemû wekî hev in. Di gelek sindoqan de rewþ wisa bû."
Ligel van yekan hemûyan li Rojhilat dengên AKP'ê di Erê de sedî 10 bilind bûne. Ev ne reqemek li temamê Tirkiyeyê encamê biguherîne.
Bila kes ranebe fatûreyê li kurdan nebire...
20.04.2017, Cumhuriyet