Diyarname
Kovara mîzahî Lemanê vê carê berê xwe da rojnameya Tarafê ('Taraf' tê wateya 'alî') û wisa got: "Her taraf bok kokuyar" (Her alî bêhna guyê dide). Û di balona nivîsandiye de jî yek dibêje "Birevin, vê carê ji Taraf'ê gule dibarînin (û ji pencereya rojnameya Tarafê hin gule ber girseya karkerên 1'ê Gulanê didin.
Di vê 1'ê Gulanê de nivîskarê Tarafê Halil Berktay gotibû ku di 1'ê Gulana 1977'an de karkeran bi xwe gule bera karkeran dabû û rojnameya Tarafê jî bi rojan ev yek kiribû nûçe. Di sala 1977'an de 34 karker miribûn, heta niha jî her kes dibêje ku dewleta kûr ev yek kiriye, lê Taraf û Berktay tiştên cuda dibêjin. Gelek kesên ku wê demê di nav pîrozbahiyê de bû li dijî Berktay gelek nivîsên dijwar nivîsîn.
Ev mesele vê carê bû mijara Lemanê.
***
Nûçeya eleqedar:
- Nivîskarekî din jî dest ji Tarafê berda