logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Bajar bi bajar pîrozbahiyên 1'ê Gulanê

Ji Amed heta Batman, Meletî, Enqere, Riha, Şirnex, Wan û gelek bajarên din gel ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê li qadan bûn

  • Dîrok: 01/05/2012
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Ji Amed heta Batman, Meletî, Enqere, Riha, Şirnex, Wan û gelek bajarên din gel ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê li qadan bûn. Vaye bajar bi bajar 1 Gulan:


AMED

1'ê Gulanê li Qada Îstasyonê ya Amedê ji aliyê 10 hezaran kesan ve hate pîroz kirin. Di mîtînga karkeran de operasyonên siyasî û leşkerî, tecrîda li Îmraliyê hate şermezarkirin. Di mîtîngê de Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk got ku ew dixwazin pirsgirêkê bi înkar û îmhaya kurdan çareser bikin û wiha dom kir: "Kesên li ser înkar û îmhaya kurdan li çaseriyê digerin û kedxwariya karkeran dikin heman kes in. Divê hemû welatiyên ku mafê wan tê binpêkirin têkoşînek hevpar bimeşînin."

Serokê Komîteya Mîtîngê û Nûnerê Turk-Îşê Bahri Zulkuf Karakoç, axaftina destpêkê kir û xwest berî her tiştî operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin. Sekreterê Rêxistinkirinê yê Giştî yê Genel Îş'a DÎSK'ê Remsî Çalışkan jî têkoşîna Mazlum Dogan, Vedat Aydin, Musa Anter û Mehmet Sincar silav kir.

Serokê TES-Îş'ê Alî Oncu jî bal kişand ser kedxwardiya li Tirkiyeyê û wiha got: "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê siyasetmedarên kurd ên di operasyona KCK'ê de serbet bên berdan. Divê operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin. Divê tecrîda li Îmralî bi dawî bibe. 280 rojin li Îmraliyê tecrîd didome. Divê bi lezgîn dawî li vê tecrîdê bê. Ger ku aştî dê xwestin divê bi Qandîl û Îmraliyê re hevdîtin bê kirin."


ENQERE

Li Enqereyê ji ber sendîkayan li hev nekir, li du cihan pîrozbahî hat kirin. Yek jê li Sihhiyeyê ku zêdetir sendîka, partiyên siyasî yên muxalîf lê bû, li Tandoganê jî sendîkayên nêzî hikumetê û wezîrên hikumeta Ak Partî beşdar bûn.
Li Qada Sihhiyeya Enqereyê ji her gel û her pîşeyan bi hezaran kedkar bi daxwaza 'Ked, azadî, dad û aştî' hatin cem hev. Di pîrozbahiyê de peyamên cur bi cur hate dayîn.
Bi deh hezaran kedkar bi pêşengiya KESK, DÎSK, TMMOB, TTB li ber Îstasyona Trênê ya Enqereyê li hev kom bûn û heta Qada Sihhiyeyê meşiyan. Di pîrozbahiyan de kurd, tirk, laz, ermenî, suryanî, ereb kedkar, karker, hunermend, şanoger, alewî, jin, travestî, astengdar, femînst û hwd. hatin cem hev û 1Gulan Cejna Karkeran pîroz kir. Her wiha di pîrozbahiyê de gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên wekî ÎHD, ESP, BDP, SDP, EMEP, CHP, HAK-PAR, ODP, Partiya Yeşîller beşdar bû û daxwazên xwe anîn ziman. Di meşê de di korteja BDP'ê de ji bo bal bikişînin zextên li ser çapemeniya kurd rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundem hatin hilgirtin û dirûşmên "Bijî Yek Gulan", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Ocalan, Ocalan" hate avêtin. BDP'yiyan nasnameyên xwe hilgirtin jor û dirûşmeya "Em naxwazin bê nasname bijîn" berz kirin.
Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Hasîp Kaplan, Alîkari Serokê Giştî ya CHP'ê Gursel Tekîn û parlementerê CHP'ê jî tev li pîrozbahiyê bûn.

Sendîkayên Turk-Îş, Memur-Sen û Hak-Îş jî li Qada Tandoganê Cejna 1 Gulanê pîroz kir. Wezîrê Ewlehiya Civakî û Xebatê yê Ak Partî Farûk Çelîk û alîkarê wî Halît Etyemez beşdarî pîrozbahiya ji aliyê sendîkayên ku nêzî hikumetê ne bû û xîtabî girseyê kir. Çelîk, di axaftina xwe de pesnê hikumeta xwe da.


WAN

Li Wanê, bi pêşengiya BDP, KESK, DÎSK, Sendîkaya Kar a Şaredariyê û TMMOB'ê mîtîng hate lidarxistin. Karker berî mitîngê li ber Mavî Plazayê hatin cem hev dest bi meşê kirin. Di meşê de pankratên "Daxwaza gelê me daxwaza me ye", "Kar, nan, azadî", "Êdî pergala taşeronan sendîka mafê me ye jî" vekirin û dowîzên "Ji bo jiyaneke bi rûmet ji taşaronê re na" û "Di heman demê de aştî" hatin vekirin. Karkerên li qadê kombûn bi stranên kurd govende girtin. Piştî rêzgirtinê Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê Mehmet Aydemîr axivî û cejna hemû karkeran pîroz kir. Aydemîr, diyar kir ku ew li hemberî tecrîd û komkujiya jinan li qadan in.


ÊLIH

Li Êlihê bi 10 hezaran kesên 1'ê Gulanê pîroz kirin berî biçin qada mîtîngê li ser kolana Diyarbakır û Mîllî Egemenlîkê meş pêk anîn.
Sendîsayên girêdayî KESK û DİSK'ê li ber Otela Zekî kom bûn û heta Mîllî Egemenlîk meşiyan. Girseya ku kortejên dirêj çêkir, heta Qada Cumhuriyetê meşiyan. Girsê di meşe de pankartên "Kujerên karker û kedkar kuştin li ku ne?" "Ji bo biratiya gelan û yekîtiya karkeran Bijî 1'ê Gulan" vekirin. Disa di meşê de pankarta ku nav û wêneyên endamên KESK'ê yên di operasyona KCKê de hatin girtin hate vekirin. Girse dowîzên bi kurdî û tirkî li ser "Bijî Yek gulan" hatibû nivîsandin rakirin û heta Qada Komarê meşiyan.

Li aliyê din endam û rêveberên BDP'ê jî li ber avahiya BDP'ê ya Êlihê kom bûn û di kolana Diyarbakirê re meşiyan. Girsa BDP'ê di meşê de pankartên "Ji tecrîda Îmralî re na" û "Em dayik in, alîgirê aştiya bi rûmet in" vekirin. Girsê bê navber diruşmên "Bijî yekîtiya gelan" û "Bijî yek gulan" berz kirin. Di meşê de parlementerê BDP'ê Sirri Sureyya Onder, Endama Lijneya Kordînasyona KCD'ê Ayla Akat Ata, Endamê Meclisa BDP'ê Osman Ergin, Rêveberê Giştî yê Petrol-Îşê Nimettulah Sozen ji amade bûn. Ji ber ku Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk negihîşt mîtîngê peyama wî hate xwendin. Nêzî 15 hezar kesên li Qada Komarê kom bûn bi girseyî govend gerandin.
 

SEMSÛR

Li Semsûrê endam û rêveberên KESK, DİSK û BDP'ê li Parka Mîmar Sinanê kom bûn û heta Parka Mustafa Yucelê meşiyan. Girsê di meşê de bi dirûşme û pankartên xwe daxwazên xwe anîn ziman. Li parkê BDP'ê stanta îmzeyan a 4 daxwazên kurdan vekir.
 

MELETÎ

Li Meletiyê di bin pêşengiya DİSK, KESK û saziyên sivîl ên civaki bi tevlêbûna 4 hezar kesan li qada Emeksizê pêk hat.


RİHA

Li Rihayê ji ber ku walî destûr neda pîrozbahiyên 1'ê Gulanê endamên ÎHD, Platforma Şaxên KESK'ê, HDK, Hak-Par, BDP, EMEP, DÎSK, Komaleya Çanda Alewiyan, KAŞİP, Karkerên Îş-Kur, HODER û gelek kesên din li Qada Topçuyê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê û biryara walî şermezar kir.
 Di daxuyaniya ku dibişiya mitîngê de jinên kurd bi kincên neteweyî beşdar bûn. Li ser navê Platforma Şaxên KESK'ê yên Rihayê xîtabî girseya nêzî 2 hezar kesî kir û da zanîn ku AKP'ê pêkanînên 12 Rezberê pêk tîne.


ŞIRNEX

Li Şirnexê jî Cejna karkeran bi coşekî mezin hate pîroz kirin. Berî pîrozbahiya ku ji aliyê KESK û DÎSK bi mîtîngekî li Qada Cûmhuriyetê hate lidarxistin de, bi hezaran kes li ber avahiya şaredariyê kom bûn û heta qada pîrozbahiyê meşiyan. Di meşê de diruşmên dijberî AKP'ê hatin avêtin. Di pîrozbahiya ku bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir, de peyamên girîng hatin dayîn. Di axaftinan de hate xwestin ku bila komkujiya Roboskî were ronîkirin, bila operasyonên leşkerî û siyasî were sekinandin, astengiyên li hemberî azadiya rêxistinbûnê were rakirin û bila tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were rakirin.

MANÎSA

Li Manîsayê jî saziyên sivîl, sendîka û partiyên siyasî bi hev re 1 Gulan pîroz kirin. BDP'a Manîsayê jî bi pankartên xwe yên bi kurdî û tirkî li qadê bû.

***

Nûçeya eleqedar:

- Li Taksîmê cih nema!

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Çîrokên 40 sal berê, 'Hingê' ya Rojen Barnas

ad

200 akademîsyen, hunermend û nivîskarî ji bo Kobanî banga piştgiriyê kir

ad

Ronîbûna ku bi sê niftikan dest pê kir

ad

'Mustafa' jî ket ber lêpirsînê

ad

Yenî Yaşam êdî li bayiyan e

ad

Girseyê pêşwazî li Amed Sporê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname