Diyarname
Nivîskar û parêzer Veysel Vesek bi nivîsên xwe dê kedê bide Diyarnameyê. Vesek ku heta niha li ser folklorê gelek xebat kirine, “Projeya Dijîtalîzekirina Folkora gundê Bafê” bi rê ve biriye, dîsa di komxebata “Ferhengên Têgihên Hiqûqê“ de wekî hiqûqnasekî ked daye, niha wekî qunciknvîskar beşdarî me dibe.
Ewê piranî li ser folklorê, zargonê, hiqûqê binivîse, lê wekî nivîskarên din em sînor nadin ber wî jî. Quncik ê wî ye û çi bixwaze dê wê binivîse.
Nivîsa wî ya yekemîn 20’ê mehê (roje sêşemê) tê. Em xêrhatinê lê dikin.
Veysel Vesek kî ye?
Nivîskar û parêzer Veysel Vesek di sala 1979’an de li Hezexê, gundê Bafê hatiye dinê. Dibistana seretayî û ya navînê li navçeya Hezexê xwendiye. Li Ceyhanê lîse qedandiye û paşê xwendina xwe li Amedê li Zanîngeha Dîcle, di beşa Fakûlteya Hiqûqê de temam kiriye.
Wî, di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de dest bi nivîsandina kurdî kiriye. Helbest û nivîsên wî di kovarên wekî Kulîlka Ciwan, Zembîlfiroş, W, Tîroj, Hawara Botan û di rojnameya Azadiya Welat de hatine weşandin. Di komxebata “Ferhengên Têgihên Hiqûqê“ de wekî hiqûqnas ked daye. Di kovarên Aşdad û Dadistanê de ku li ser hiqûqê ne û bi kurdî ne gotarên wî hatine çapkirin.
Vesek berhevkariya foklora kurdî dike û ew bi xebatên xwe yê li ser folklorê û dijîtalîzekirina folkora kurdî tê naskirin. Herî dawî di kanala Folkora Kurdan ya li ser youtubê da “Projeya Dijîtalîzekirina Folkora gundê Bafê” bi rê ve bir/dibe. Veysel Vesek li Mêrdîne dijî, bavê du zarokan e û parêzeriyê dike.