Diyarname
Di Lîga Şampiyonan a UEFA'yê de maça fînalê li Ataturk Olimpiyat Stadi ya li Stenbola Tirkiyeyê tê lîstin. Niha bernameya fînalê diyar dibe. Li gor hatiye eşkere kirin hunermend Anitta û Burna Boy di merasima ku berî maçê li dar bikeve de derkevin ser dikê.
Fînala Lîga Şampiyonan 10'ê pûşpera 2023'yan bê lîstin. Berî maç dest pê bike şahî tê li dar xistin û du hunermend Anitta û Burna Boy derkevin ser dikê û stranên xwe pêşkêş bikin.
Tîma îngilîz Manchester City û tîma îtalî Inter derketibûn fînalê.
Ji her du tîman Inter berê carek di Lîga Şampiyonan de, du caran jî di Lîga Ewropayê de bi ser ketiye. Lê Manchester City di Lîga Şampiyonan de qet nebûye şampiyon, dixwaze cara yekê vê kûpayê bibe mala xwe. Di Lîga Ewropyê de carek bi ser ketiye.



