Diyarname
Mîhrîcana Govendên Kurdistanê li ber amadebûnê ye. Du rojan dê gelek komên govendê derkevin ser dikê.
Mîhrîcana Govendên Kurdistanê îsal 34'emîn car li dar dikeve. Mîhrîcan îsal wê di navbera 27 û 28'ê mehê de li dar bikeve. Îsal 23 komên govendê ku ji Almanya, Swîsre, Fransayê dê bên wê beşdarî mîhrîcanê bibin.
Mîhrîcan li Hannovera Almanyayê li dar dikeve. Roja 27'ê mehê saet 10.00'an de bi Meşa Çandê dê mîhrîcan dest pê bike. Gelek ciwan dê bi cil û bergên kurdî, bi erbane, dahol û zirneyan beşdarî meşê bibin. Meş dê li ber Stasyona Trênê ya Navendî ya Hannoverê dest pê bike.
Komên beşdarî mîhrîcanê dibin ev in:
Govenda Bêrîvan (Wesel) Semsûr; Evîna Welat Bi Hev re (Basel) Bedlîs, Koma Zarokên Rojê (Wesel) Amed; Koma Kaniya Spî (Celle) Amed; Koma Feraşîn (Berlin) Agirî; Koma Nûdem (Kiel) Riha; Govenda Arya-Mara (Koln) Riha, Koma Demhat (Zurich) Wan; Koma Kulîlkên Welat (Duisburg) Midyad; Koma Şehîd Delîl Çiyager (Berlin) Wan; Govenda Şehîd Serhat (Lerthe) Wan; Govenda Rojbîn (Paris) Riha; Koma Laleş (Celle) Colemerg; Koma Şiyar (Salzgitter) Weranşar; Govenda Nergizên Çiya (Den Haag) Gimgim; Govenda Baran (Koln) Bedlîs; Govenda Romanî (Koln) Qers; Govenda Ar (Wupertal) Çewlîk; Kome Dêrsim (Dortmund) Agirî.