logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  2. Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?
  3. Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd
  4. Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî
  5. Fotoyê rojê ji Norwecê hat: Vîkîngên sedsala 21'ê!
news-details

SZK'ê li ser ziman bang li rejima Sûriyê kir

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) got ku rejima Sûriyê ji bo mamoste bi kurdî dersê nedin mamosteyan tehdîd dike. SZK'ê bang li

  • Dîrok: 23/12/2013
  • Beş: Nûçe

QAMIŞLO

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) got ku rejima Sûriyê ji bo mamoste bi kurdî dersê nedin mamosteyan tehdîd dike. SZK'ê bang li rejimê kir ku dest ji vê kiryara xwe berde.

SZK li rojavayê Kurdistanê li ser ziman xebatê dike. Li ser kiryarên dawî yên rejiya Sûriyê SZK'ê daxuyaniyeke weşand û got ku rejima Sûrî hem perwerdehiya bi kurdî asteng dike, hem jî mamosteyên li dibistanan dersê didin tehdîd dike. SZK'ê wisa got: 

“Dewletên wekî dewleta Sûriyê timî bi tirsa hillweşandin û parçekirina dewletê nêzî pirengiya di welatê xwe de bûne; her tim bûne sedema gelek karesat, êş û janên pir mezin. Ew karaseta ku îro li Sûriyê tê jiyîn jî encama vê hişmendiya înkarê ye. Lewre, heya îro jî rejîma Sûriyê xelasiya xwe ya ji wê tirsê di tepeserkirin, bişaftin, înkar û tunekirina pirengiyên di welatê xwe de dibîne. Ji bo vê yekê jî timî serî li rêyên bêexlaq, kirêt, û dijmirovahî yên wekî kuştin, girtin, îşkencekirin, sexurandin, talankirin, wêrankirin, bêkar û birçî hiştin, ji cih û warê xwe dûrxistin û penaberkirinê daye û dide."

Di daxuyaniyê de qala salên 1960'î kir û wisa got: "Belgenameya siyaseta 'kembera ereb' a ku di sala 1962’yan de bi armanca 'erebkrina herêmên kurdan' hatî amadekirin û rapora projeya erebkirina kurdan ya ku bi navê 'rizgarkirina giyana ereb a li Cezîrê'  ku ji hêla Amîrê Şaxê Siyasî yê herêma Hesekê ve hatibû amadekirin û heya îro jî dewlet di vê siyaseta xwe de israr dike, her tiştê siyaseta bişaftin, îmha û înkarê ya rejîma Sûriyê bi  awayekî rût û tazî radixe berçavan."

Di daxuyanî de tê gotin ku ligel hemû zilm û zordariya rejimê jî gelê kurd timî bi pîvanên mirovî û exlaqî tevgeriyaye, ji bo çareserkirina pirsgirêkê tu carê serî li riyên tundî û cudaxwaziyê nedaye û timî serî li riyên demokrtîk û aştiyane daye û heta îro jî vê helwest û pozisyona xwe diparêze. Daxuyanî wisa didome: "Şoreşa ku îro li rojavayê Kurdistanê pêk tê jî di heman çarçoveyê de û bi armanc û daxwaza di Sûriyeyeke demokratîk de Xweseriya Demokratîk a Gelê Kurd û Kurdistê dimeşe û pêş ve diçe. Digel vê yekê jî rejima Sûriyê ya nijadperest hê jî dest ji siyaseta xwe ya gemar û qirêj bernedaye. Di siyaseta kurd, Kurdistan û zimanê kurdî de teqlîta Erdogan dike. Li aliyekî hê jî qebûl nake ku di distanan de zimanê kurdî bi awayekî fermî bê dayîn û ji bo ku ev yek pêk neyê jî li hemû mamoste û rêveberên dibistanên di herêmê de gefan dixwe û yên ku bi karê zimanê kurdî re radibin jî ji kar davêje. Li aliyê din jî bi awayekî sextekarane, ji bo ku gel bixapîne 'estîtuya zimanê kurdî' li Şamê vedike û dixwaze alfabeya erebî li ser gelê kurd ferz bike. Lê divê rejima Sûriyê ya nijadperest ji bîr neke ku cih û navenda zimanê kurdî ne Şam e, Kurdistan e. Biryara alfabaya zimanê kurdî jî ne ya rejima Şamê, ya gelê kurd û sazyên wî yên pêwendîdar e. Heke dewleta Sûriyê wisa li ber dilê xwe bide ku kurd dê wekî berê serê xwe li ber wê bitewînin, xwe dixapîne. Êdî li cihê kurdê sertewîner kurdê serhildêr û xwedî vîna azad daketiye qadên jiyan û têkoşînê."

SZK'ê di daxuyaniya xwe de bi tundî ev kiryara rejima Sûriyê şermezar kir û wisa dawî li daxuyaniya xwe anî: "Heke dewleta Sûriyê dest ji vê siyaseta xwe ya nijadperest, gemar û gefxwer bernede, wê gelê kurd bê bersiv nemîne û bersiva pêwîst jî wê bi awayê herî tund  bê dayîn.”

 


Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

news
  • 01 06 2026

Li Çingûşa Amedê ji bo bendav xira nebe av berdan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Bajaroka Ebû Raseyn ji komên çete hate rizgarkirin

ad

Xwendina helbestê wate û têgiştina wê

ad

Hat nûkirin: Rewşa Îsmaîl Beşîkçî stabîl e

ad

Zarokan li porno temaşe kir

ad

Mîkaîl Aslan li 4 bajaran konserê dide

ad

Nûbihara 113’an derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

  • 06 06 2026
news

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

  • 06 06 2026
news

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname