Diyarname
KNK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û hikumeta nû ku Nêçîrvan Barzanî ava kiriye pîroz kir.
Konseya Rêvber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo avakirina Hikumeta Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wisa hate gotin: "Em wekî KNKê, damezrandina desthilatdariya Herêma Başûrê Kurdistanê ji bo gelê Başûr jî, ji bo tevahiya kurdan jî wekî serketineke demokratîk dibînin û bi dilsozî serketinê dixwazin."
Di daxuyaniyê de bal kişand ser guhertinên li herêmê rol û m3isyona kurdan û wiha dom kir: "Ev guherîn ji her kesî bêhtir gelê kurd û cografya Kurdistanê eleqedar dike. Bi vê mebestê, gelek bar û berpirsiyarî dikevê ser milê rêxistinên kurd tevan. Dikevê ser milê desthilatdariya Herêma Başûrê Kurdistanê û serokwezîr Birêz Nêçîrvan Barzanî. Helbet daxwaz û hêviyên gelê kurd ji desthilatdariya Başur heye."
Daxuyaniya KNK'ê bi vî awayî bi dawî bû: "Em wekî KNKê, damezrandina desthilatdariya Herêma Başûrê Kurdistanê ji bo gelê Başûr jî, ji bo tevahiya Kurdan jî wekî serketineke demokratîk dibînin û bi dilsozî serketinê dixwazin. Guman têde nîn e ku Birêz Neçîrvan Barzanî û tecrubeyên wî yên bi salan, wê di aliyê demokratîkbûna Herêmê de, di çareseriya pirsgirêkên civakî de û di pêkanîna Konferansa Neteweyî de, di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi ghîştî jî, wê roleke serêke bilîze."


